Parêzerê Ocalan: Hiqûqa Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye

STENBOL - Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku dema li ser Ocalan tecrîd tê sepandin li tevahiya welat polîtîkayên ewlehiyê derdikevin pêş, dema tecrîd nayê sepandin jî dîmeneke ku li hemû mirovan hêviyê peyda dike . Bilmez got "Huqûqa Îmraliyê" li hemû Tirkiyeyê belav bûye.

Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, têkildarî rapora 2016'an a ku der barê geşedan û binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê amade kirine, li dijî tecrîda li Îmraliyê bêdengiya saziyên netewî û navnetewî û nîqaşên têkildarî Kongreya Netewî ya Kurd de axivî.

Bîlmez anî ziman ku, ew dê rapora ku der barê binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê amade kirine de hem bi saziyên têkildar û rêxistinên civaka sivîl û hem jî bi raya giştî re parve bikin. Bîlmez wiha got: "Rewşa li Îmraliyê li ber çava ye. Tecrîd bi awayekî tund didome. Li gel vê, rewşa Tirkiyeyê jî li holê ye. Dîmenek zaf tarî heye. Me heta 15'ê Tîrmehê, di sala 2016'an de 57 caran serlêdan kir, malbat jî 26 caran. Ev hemû hatin redkirin. Piştî 15'ê Tîrmehê 62 caran ji bo hevdîtina parêzeran serlêdan hatin kirin û malbatan jî 54 caran serlêdan kir. Ji bilî hevdîtineke malbatê, hemû serlêdanên me hatin redkirin. Ji xwe hemû raya giştî jî hay ji vê hevdîtinê heye."

‘DERHUQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ BERBELAVÎ HEMÛ TIRKIYEYÊ BÛYE'

Bîlmez diyar kir ku, hemû derhuqûqiyên li Îmraliyê berbelavî Tirkiyeyê bûne û wiha axivî: "Li Îmraliyê, muameleyên derhuqûqî yên li ser parêzeran tên sepandin, berbelavî hemû girtîgehên Tirkiyeyê bûye. Ev rewş, heta niha dide nîşandan ku li Îmarliyê veguheriye rewşeke awarte. Me ev dianî ziman, lê kesî guh nedida me. Derhuqûqiya Îmraliyê an jî 'Huqûqa Îmraliyê' berbelavî hemû Tirkiyeyê bûye."

Bîlmez anî ziman ku, li Tirkiyeyê di warê huqûqî de tu kes xwe ewle hîs nake û got, kesên welat bi rê ve dibin jî xwe ewle hîs nakin. Bîlmez wiha domand: "Heta 2 sla berê ne wisa bû. Mirov bextewartir bûn, baştir bûn. Wê demê tecrîdek tune bû. Em ji 1999'an ve dibînin. Kengî li ser Birêz Ocalan tecrîd bê sepandin, li tevahiya welat polîtîkayên ewlehiyê derdikevin pêş, dema tecrîd nayê sepandin jî li hemû mirovan hêviyê peyda dike xwe dide der."

Bîlmez, bêdengiya saziyên amfên mirovan û Ewropayê ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê nirxand û wiha dest nîşan kir: "Tabloya xwe dide der, pir aşkere ye ku ne li gor normên huqûqa Ewropayê ye. Rêxistinên mafên mirovan ên li wir û CPT pir hay ji vê hene. Lê belê, mixabin di vê mijarê de siyaset ketiye pêş huqûqê. Li Tirkiyeyê jî rewş xerabtir e. Em ji 99'an ve derhueqûqiyên li Îmarliyê diqîrin. Lê mixabin, dema mijar dibe Îmralî, Birêz Ocaln, Kurd hinek huqûqnas xwe li nedîtiyê danîn. Îro heman tişt ji bo wan tê sepandin. Em vê ancax dikarin bi feraseta netewî ya serdest rave bikin. Pêdiviya me hemûyan bi huqûqê heye; ji bo kurdan, ereban, tirkan... ji bo me hemûyan."

‘JI TIRKIYEYÊ BER BI EWROPAYÊ KOÇBERÎ ÇÊDIBE'

Bîlmez anî ziman ku, ew ê serlêdanên xwe yî li saziyên huqûqê yên navnetewî bidomînin û wiha domand: "Em ê ji wan re bibêjin, piştguhirina we yî huqûqê, tevgerîna we yî bi saîkên siyasî dê alîkariya Tirkiyeyê neke. Du sal berê ji me re digotin, 'ji ber penaberan em mecbûr in tawîzan bidin' û me ji wan re digot, 'heke hûn vê bikin, wê şerek were Tirkiyeyê.' Belkî Ewropa rastî bi dehezaran penaberên kurd bê. Niha mirov ji neçarî ji Tirkiyeyê koçî Ewropayê dikin."

‘BI VÊ TECRÎDÊ RE KONGREYA KURD NAYÊ FIKIRÎN'

Bîlmez balê kişand ser nîqaşên yekîtiya kurdan û wiha axivî: "Avakarê vê fikrê Birêz Ocalan bi xwe ye. Heta yekîtiya kurdan pêk neyê, dizane dê aştî neyê erdnîgariya kurdan, neyê Tirkiyeyê û neyê Rojhilata Navîn. Ji ber vê, wî banga kongreyeke netewî kiribû. Lê belê ev li gel hemû hewldanan jî pêk nehat. Di vê mijarê de PDK hinekî bi dubendiyî tevdigere. Îro li ser Birêz Ocalan tecrîdek heye û didome, lê piraniya kurdan ji bo çêkirina konferansê bi sirar in, lê PDK xwe tam nade ber, ku ev jî hin pirsnîşanan li mirovan peyda dike. Herêma Kurdistana Feder ne têde, Tirkiye bi hemû cîranên xwe yî li herêmê di nav şer de ye. Dema mirov vana hemûyan bi hev re difikire, bi vê tecrîdê re dibe ku bangên kongreya netewî bi ser nekevin."

Yasin Kobulan-dîhaber