WAN - Lêkolîner-nivîskar Îhsan Colemêrgê dest nîşan kir ku, divê berjewendiyên herêmî, malbatî û partiyî nekevin pêş berjewendiyên netewî û ji bo kombûna Kongreya Netewî ya Kurd wiha bang kir: "Li rawestgehekê em ji trênê man, li rawestgeha duyemîn û girîng, ji bo em ji trênê nemînin divê bi lez û bez gav bên avêtin."
Lêkolîner-nivîskar Îhsan Colemêrgî têkildarî Kongreya Netewî ya Kurd balê kişand ser pêvajoya niha ya dîrokî û wiha hişyar kir: "Heke kurd demildest yekîtiya xwe ya netewî pêk neyînin, dibe ku windahiyên wan têkevin rojevê."
‘LI HERÊMÊ DIJBERÊN KURDAN DEST BI KIŞIKÊ KIRINE'
Colemêrgî dernegmayîna kombûna Kongreya Netewî ya Kurd rexne kir û wiha got: "Çimkî, êdî li herêmê hêzên dijberî krudan, dewlet dest bi kişikê kirine. Jêmayîna me ya ji kongreya netewî tê vê wateyê; em jî li dijî wan aktoran, wan hêzan dibêjin ku; texteyê me yê kişikê ne amade ye, em ê texteyê xwe ji nû ve amade bikin. Lê halbukî, wan ji zûv de dest bi cihguherandina lîstikvanên xwe kiriye jî."
KURD BI AWAYEKÎ BELAWELA BEŞDARÎ LÎSTIKÊ DIBIN
Colemêrgî anî ziman ku, ji bo kongreya netewî nêvenga herî gundan "pêvajoya aştiyê" bû û got, partiyên kurdan di vê serdemê de lawaz bûne û peywira dîrokî ya diket ser milê wan bi cih neanîne. Colemêrgî wiha domand: "Di navbera Hewlêr-Amedê de belaheq û belasebeb çûn û hatin. Heke gotin di cih de be, ji trênê man. Ez vana ji bo ev gav bên rawestandin, nabêjim. Helebt divê ji bo yekîtiya netewî têkoşîn hebe. Lê niha her kes dest bi lîstika kişikê kiriye.
DIVÊ BERJEWENDIYÊN HERÊMÎ, PARTIYÎ NEKEVIN PÊŞ YÊN NETEWÎ
Ya em pê winda dikin ev e. Helbet hin sedemên vê hene. Ji sedemên wê ya herî girîng jî partiyên li ser navê tevgera azadiya kurd têdikoşin, berjewendiyên wan ên partiyî, malbatî, herêmî li pêş ên netewî ne. Divê em vê wisa bibînin. Mînak, partiya A'yê piştî evqas cerîbînên êşê yên gelê kurd, heke piştî 22 salan xwe gihandibe parlementoyê û heke ev nêzî 2 salan be serokê vê parlementoyê nikaribe têkeve parlementoyê, nikaribe were paytextê, ewçax ne mumkun e ku partiyeke bi vê hişmendiyê di warê kongreya netewî de ji bendewariyên gelê kurd re bibe bersiv."
‘KONGREYA NETEWÎ KAREKÎ FEDAKARÎ YE'
Colemêrgî anî ziman ku, divê partiyên kurd çanda xwe ya demokrasiyê bi pêş ve bixin û wiha axivî: "Ji ber em çanda xwe ya demokrasiyê bi pêş ve naxin rêveberên partiyan li pêyî hesabên herêmî, hesabên partiyî û hesabên malbatî diçin. Ev jî dibe sedem ku, bîra netewî xwe nade der. Ev jî ji bo partiyên kurd kêmasiyeke herî mezin e. Bi taybetî jî di nav kurdan de, zafiyeta dîplomsaiyê ya partiyan zêde ye. Kadroyên dîplomatîk lawaz in. Di dema pêvajoya aştiyê de di navbera Amed-Hewlêrê de bi taybetî jî ez bûm şahidê zafiyeta dîplomatîk ên endamên ku HDP ew peywirdar kiribûn. Hewce ye ku mirov hay ji vana hebe. Çimkî ji bo em hevdu qanih bikin, divê mirov xwedî daneheviyeke agahiyî be. Heke ji niha û pê ve ger gavek bê avaêtin, divê partiyên mezin li hin qadan fedakariyê bikin. Heke em fedakariyê nekin, em ê nikaribin têkoşîna netewî bidin der. Ez vê banga xwe dubare dikim, bila her kes fedakariyê bike."
‘DIVÊ ÇARÇOVE BERFIREH BE'
Colemêrgî got her kesê dibê "Ez azadxwaz im, ez berjewendiyên gelê xwe diparêzim" divê di kongreya netewî de cih bigire û dest nîşan kir ku, divê çarçove bi awayekî berfireh esas bê girtin.
‘HÊZÊN LI HERÊMÊ LI YEKÎTIYA KURDAN DINIHÊRIN'
Colemêrgî balê kişand ser pêkanînên li Rojhilata Navîn û bi bîr xist ku, li herêmê tenê hêzên ku Kurdistanê dagirkirine tune ne û wiha got: "Heke kurd demildest yekîtiya xw eya netewî pêk neyînin, dibe ku windahiyên wan têkevin rojevê. Hêzên cîhanê jî li herêmê ne. Ew jî li hêzê dinihêrin. Yanî dema ew jî vê belawelabûna di nav kurdan de dibînin, dest dirêjî wan nakin. Ev di xwezaya siyasetê de heye. Niha li herêmê, hêzên ku ji bo berjewendiyên xwe hene, li yekîtiya kurdan dinihêrin. Heta ku belawelabûna netewî bibînin, ew jî destê xwe nadin destê me û dibek ku windahiyên me careke din têkevin rojevê."
‘GIDÎ GIDÎ DIVÊ JI TRÊNE NEYÊ MAYÎN'
Colemêrgî wiha domand: "Berya sed salî, piştî parvekirina Lozanê li herêmê fransî, îngilîz hebûn. Îrana ku xwedî kevneşopiyeke kûrane ye hebû. Komara Tirkiyeyê ya ku li ser mîrateya Osmanliyê rûnişt hebû. Em kurd wek eşîretan dijiyan. Avakirina yekîtiyê zehmet bû, hejmara rewşenbîran kêm bû, histûna me ya dîplomasiyê zaf qels bû û welatê me dabeşî 4 perçeyan bû. Piştî vê beşê jî, em rastî êşên gelek mezin hatin. Komkujiya Dersimê, Qetlîama Şêx Seîd Efendî, komkujiya piştî Serîhildana Agiriyê, Helebçe, Mahabad û gelek tengasî. Lê 100 sal di navberê re derbas bû. Wisa dixuyê ku guherîna nexşeyan careke din hatiye rojevê. Heke em ji vê trênê jî bimînin, vê carê divê em wek berpirsiyar li xwe binerin. Gidî gidî duvê ji trênê neyê mayîn. Lê belavbûnî, perçebûyîn, dibe ku bibe sedea mayîna ji trênê."
‘DIVÊ BI LEZ Û BEZ GAV BÊN AVÊTIN'
Colemêrgî dubare kir ku, divê her kes fedakariyê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta divê potansiyela gelheya perçeyan neyê fikirîn, divê hêza çekdarî ya partiyan, piraniya hêzên demokratîk û kêmbûna wan neyê fikirin û li gor vê divê enî bi awayekî berfireh esas bê girtin. Li rawestgehekê em ji trênê man, li rawestgeha duyemîn û girîng, ji bo em ji trênê nemînin divê bi lez û bez gav bên avêtin."