AMED - Hakan Arslan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da, li gel hemû hewldanên malbata wî ev 352 roj in hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin, lê belê li gel vê jî li Sûrê bi dirûşmeya "Sûr bi hezkirinê pêş ve diçe" pêşnûmaya înşaatê hat destpêkirin. Bav Riza Arslan wiha got: "Li Sûrê, beriya înşaat dest pê bike bila dewlet cenazeyê kurê min derxîne yan jî bila musadeyê bidin ez ê bi xwe derxînim."
Li navçeya Sûrê ya Amedê di pevçûnên ku 104 rojan domiyan de, di 25'ê Çileya 2016'an de Hakan Arslan jiyana xwe ji dest da, lê ji ber qedexeya derketina derve cenazeyê wî li Sûrê hat definkirin û ev 352 roj tu agahî ji cenazeyê wî nayên wergirtin. Malbat ji bo dîtina cenaze 2 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da, lê tu encam wernegirtin. Lê bi riya parêzerên xwe der barê cenaze de ji kesên ku ji Sûrê derketin û hatin girtin wergirtin. Li gor agahiyên ji kesên hatin girtin, cenaze li Taxa Hasirliyê li ber Mizgefta Hasirliyê hatiye definkirin. Li ser vê malbat dubare serî li dozgeriyê da, lê daxwaza wan bi hinceta ku berê li wir lêkolîn hatiye kirin û tu cenaze nehatine dîtin hat redkirin. Li ser vê malbatê serî li Walîtiya Amedê da, lê heta niha tu bersiv ji bo wan nehatiye dayîn.
‘HEKE LI SÛRÊ ÎNŞAAT BIDOME EZ Ê CENAZEYÊ KURÊ XWE NEBÎNIM'
Li Sûr a ku karê rûxandin û harfiyatê didome, li gel îtirazên gel jî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê guhertin kirin û li Sûrê bi navê "Pêşnûmaya Rekreasyon û Sererastkirina Peyzajê ya TOKÎ'yê, Etaba 1'emîn a Malên Kevneşopiyî yên Amedê, Etabên 1'emîn ên Pêşnûmaya Rekreasyon û Peyzajê ya Geliyê Dîcleyê" merasîma çêkirina hîman hat lidarxistin. Li qada ku cenazeyê Arslan lê ye jî, ji bo pêşnûmaya înşaatê ya hat destpêkirin dirûşmeya "Sûr bi hezkirinê bi pêş ve diçe" hatibû bikaranîn. Têkildarî mijarê bavê Arslan, Alî Riza Arslan axivî û wiha dest nîşan kir: "Ev salek e ez li cenazeyê kurê xwe digerim. Her kes dibêje cenazeyê wî li Sûrê ye. Me daxwazname da walîtiyê, lê bersiv nehat dayîn. Me daxwazname da dozgeriyê, lê bersiv nehat dayîn. Ev saleke li cenazeyê kurê xwe digerim. Li Sûrê, beriya înşaat dest pê bike bila dewlet cenazeyê kurê min derxîne yan jî bila musadeyê bidin ez ê bi xwe derxînim. Daxwaza min ji dewletê ev e. Heke li Sûrê înşaat bidome ez ê êdî nikaribim cenazeyê kurê xwe bibînim. Ez jî bav im. Bila min bi vê êşê nehêlin. Ev 352 roj e em li benda dîtina cenazeyê kurê xwe ne. Her roja cenaze nayê dîtin, ji bo me êş û azar e. Hema ez kulmek axa ku cihê kurê min lê radizê jî bibînim, ez ê rihet bibim."
‘CENAZEYÊ ARSLAN HÎN JÎ LI SÛRÊ YE'
Parêzerê malbatê Ferhat Kilinç jî bi bîr xist ku, roja ew hîn bûne Arslan jiyana xwe ji dest daye, wan serî li Walîtiya Amedê daye, lê qedexe û pevçûnên li navçeyê wek hincet hatine nîşandan û serlêdana wan hatiye redkirin. Kilinç wiha got: "Ji ber vê em li benda bidawîbûna qedexeyê bûn. Piştî dawî li qedexe û pevçûnan hat, me 3 caran ji bo wergirtina cenaze serlêdan kir. Bi taybetî me bi kesên ku dema ji Sûrê derketin û Hakan Arslan nas dikirin re hevdîtin pêk anî û gotin, wan dîtiye Arslan jiyana xwe ji dest daye û cihê lê hatiye definkirin jî gotin. Ji bo derxistina cenaze me serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Em du caran çûn cihê bûyerê. Cihê gotin cenaze lê hatiye definkirin, hemû hatibû rûxandin. Wek xirbeyan bû. Di tespîtkirina cih de em tengijîn. Ji ber qadeke mezin û ebrfireh e, xebatên kaolandinê nehatin kirin, nekirin. Cenazeyê Hakan Arslan hîn jî li Sûrê ye, ne me û ne jî malbat xwe negihandiyê."
‘DIVÊ PÊŞNÛMAY ÎNŞAATÊ RAWEST E'
Kilinç li dijî pêşnûmaya înşaatê ya li Sûrê bertek nîşan da û wiha got: "Pêşnûmaya behsa wê tê kirin, cihê ku cenazeyê Hakan Arslan lê ye jî daxilî wê ye. Me hîn cenazeyê kurê muwekîlê xwe nedîtiye. Em vê pêşnûmayê qebûl nakin û rast jî nabînin. Beriya pêşnûmaya înşaatê dest pê bike, divê em cenazeyê kurê muwekîlê xwe bibînin û daxwaze me jî ev e. Divê cihê înşaat lê tê çêkirin wek cihê bûyerê bê nirxandin. Divê xebata înşaatê, heta lêpirsîna cezayî temam nebe raweste."