Tekane banga malbata Ocalan yekîtiya neteweyî ye

RIHA - Mehmet Ocalan ê birayê xwe Abdullah Ocalan wek mifteya çareseriya pirgirêka kurd dibîne wiha got: "Tekane banga malbata me ew e ku, bila kurd bên cem hev û yekîtiya xwe ya netewî çêbikin. Heke em vê pêk neyînin, ev tê wateya em xerabiyeke mezin li hev dikin."

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan balê kişand ser tecrîda ku 18 sal in li ser kekê wî tê sepandin û anî ziman ku, heke kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin, dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Ocalan li ser tecrîda ku bi awayekî derhuqûqî tê sepandin rawestiya û got, mafekî bingehîn e ku, her girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, heke li Tirkiyeyê huqûq hebe ew dixwazin ev huqûq ji bo wan jî têbar be. Ocalan got, di demên dawî de tecrîd girantir bûye û dest nîşan kir ku, fêdeya van polîtîkayan ji tu kesî re tune ye, bereksê wê dê xesarê bi xwe re bînin.

'ÇARESERÎ SEROK E'

Ocalan ê got, “Hevdîtina bi Serok re wek malbata wî mafê me yê herî bingehîn û demokratîk e. Rojek beriya rojekê heke em karibin hevdîtinekê çêbikin, em ê karibin vê xwînê rawestînin. Bêyî em kesên dimirin ji hev veqetînin, ji bo rawestandina vê xwînê divê demildest tevgerînek çêbibe û dawî lê bê" wiha domand: "Em biçin Iraq, Rûsya, Sûriye, Amerîkayê jî dê ev pirsgirêk bi vî awayî çareser nebe. Ev mesele, meseleya vê xakê ye û divê ev pirsgirêk li vir bê çareserkirin. Divê ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me perçekirina Tirkiyeyê daneniye pêşiya xwe. Tu kes vê naxwaze. Çi nav lê tê kirin bila bê lêkirin, mifteya çareseriya vê pirsgirêkê li Girava Îmraliyê ye. Muxatab Serok e. Kesek heye vê pirsgirêkê çareser bike, ew jî Serok e. Heke dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin û dawî li vê xwînê bê, rojek beriya rojekê divê pêşî malbata wî, parêzerên wî yan jî kî dixwazin divê ji bo wan riya Îmraliyê bê vekirin. Her kes vê baş dizane. Hikûmet jî baş bi vê dizane, tirk jî kurd jî baş dizanin. Ev prigsirêk ne meseleyeke ku bi kuştinê û mirinê bê çareserkirin."

'NEÇARESERÎ TÊ KÛRKIRIN'

Ocalan anî ziman ku, ew ji derbeya 12'ê Îlona 1980'yî heta niha şahidê pêaknînê li Tirkiyeyê ye û wiha domand: "Fûryayeke binçav kirin û girtinê, polîtîkayên qetlîam û îşkenceyê ketine dewrê. Wê demê ez rastî îşkenceyên giran hatim, lê bi wê weziyeta xwe jî ku mirov nikare berawird bike, yanî beralîbûneke ewqas zêde heye. Fêdeya vê ji tu kesî re tune ye. HDP, DBP û bijarteyên xistine hedefê jî, ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û gel piştevaniya wan dike. Bi van pêkûtiyan tepisandin ne rast e. Tu carî fêdeya zilm û çewisandinan ji civakê re çênebûye. Divê demildest dev ji van polîtîkayan bê berdan."

'YEKÎTIYA NETEWÎ ŞERT E'

Ocalan wek malbat nêzîkatiya xwe yî ji bo yekîtiya netewî re jî ragihand û wiha got: "Em wek kurd, li ser vê xakê hatin dinyayê. Xaka me kirin 4 parçe û em ji hev veqetandin. Lê divê li gor pêvajoya sedsala 21'emîn kurd yekîtiya xwe çêbikin. Heke her ke sli perçeyê lê dimîne, li gor berjewendiyên xwe li gel dewletên dagirker tevbigere, bila baş bizanibin tu fêdeya vê ji kurdan re tune ye. Gotineke mezinên me heye; 'Heke em yekîtiya xwe pêk neyînin dê yek ji me bibe taştê, yek ji me bibe navroj, yek ji me jî bibe şîv.' Heke îro me tune bikin, dê sibê te jî tune bikin. Dê ev heta yekîtiya kurdan pêk bê wiha bidome. Dibe ku di navbera me de kêmasî hebin, lê em dikarin ji derheqê van kêmasiyan jî derkevin. Ev jî dema mirov bê gel hev dê çareser bibin. Mirov diakre bi vî awayî yekîtiya krudan pêk bîne. Divê kurd li 4 perçeyan yekîtiya xwe ava bikin."

BANGA LI BARZANÎ

Ocalan got, çarenûsa hemû kurdan yek e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tekane banga malbata me ew e ku, bila kurd bên cem hev û yekîtiya xwe ya netewî çêbikin. Heke em vê pêk neyînin, ev tê wateya em xerabiyeke mezin li hev dikin. Di vê mijarê de bendewariyên me ji Mesûd Barzanî hene. Divê Mesûd Barzanî di vê mijarê de berprisiyariyekê li xwe bike bar. Divê pêşengiya vê yekîtiyê bike."