'Xewna 33'yan ne ew xewn e ku bi 7 hezar û 500 lîreyî bê firotin'

RIHA - Ceren Çoban a ku di komkujiya Pirsûsê de birîndar bûbû, li dijî biryara dozê ya der barê teqînê de hat vekirin bertek nîşan da û wiha got: "Xewna 33'yan ne ew xewn e ku bi 7 hezar û 500 lîreyî bê firotin. Heta em nebêjin qediya dê neqede."

Li Pirsûsa Rihayê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên ji bo pêlîstokan ji zarokên Kabiniyî re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê kom bûbûn. Di dema vê kombûnê de teqînek pêk hatibû û 33 ciwanên SGDF'î jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî teqînê doz li mudurê muduriyeta polîsan Mehmet Yapaliel hatibû vekirin, doza hat vekirin duh der barê wê de biryar hat dayîn. Di biryarê de, Mehmet Yapalial ê ku di dema teqînê de Mudurê Muduriyeta Polîsan a Pirsûsê bû, wek sûcdar hat dîtin û 7 hezar û 500 lîre pereyê cezayî yê bi 12 texsîtan lê hat birîn.

'HENEKÊN XWE BI ME DIKIN, LÊ BELÊ EM PÊ NAXAPIN'

Ji xaziyên teqînê Yasîn Can li dijî vê biryarê bertek nîşan da û anî ziman ku, di qetlîamê de gelek kes berpirsiyar in û ew vî cezayê pereyî yê ji bo kesekî tenê hatiye dayîn qebûl nakin. Can anî ziman ku, tenê karmendekî polîsan ne berpirisyarê vê qetlîamê ye û wiha axivî: "Dema em ketin rê, bi awayekî herî tund êrîşî me kirin, yên bombeyên gazê havêtin, yên bi vegotinên xwe komkujiyê har kirin, yên li hemberî komkujiyê xwe li nedîtiyê danîn hemû berpirsiyar in. Ev dadgeh bi temamî eve ku ji gel re dibêje, 'lê binihêrin va em tiştekî dikin, şopdarê bûyerê ne.' Bi vî awayî dixwazin henekê xwe bi me bikin. Lê belê em ê pê nexapin. Piştî Pirsûsê li Amed, Enqre û gelek deverên din li dijî mirovahiyê sûc hat kirin."

EV BIRYAR BERÊ HATIBÛ DAYÎN

Can wiha bang li hikûmetê kir: "Kurd, ereb, tirk hemû gelê me bêaram in, werin em bi hev re ne li nav welat ne jî li derveyî welat destûra rijandina vê xwînê nedin. Biryara îro jî berê hatibû dayîn. Tenê me kirin perçeyê şanoyê. Komkujiya eslîn ew e ku, 18 meh e qedexeya li ser dosyeyê nehatiye rakirin. Divê ev derhuqûqî ji holê bê rakirin. Em dixwazin xw ebigihînin dosyeya xwe û mudaxilî wê bibin. Gelek hevalên me yên ji bo Pirsûsê doza edaletê kirin niha girtî ne. Ji xwe ev biryara berê hatibû dayîn, ji me re gotin terorîst, hevalê me binçav kirin û girtin. Em ê her li hesabê wê bipirsin. Ev kar li vir bi dawî nebûye."

Onûr Kartal ê di teqînê de birîndar bû got, ew ji roja ewil ve dozê dişopînin, lê belê têkildarî edaletê tu baweriyek wan nemaye û wiha got: "Ji roja ewil ve tu hêviyek me tune ye. Em li benda biryareke wiha bûn. Lê belê dîsa jî me dev jê berneda. Heke kiryarên Pirsûsê bi awayekî adil bihatanan darizanin, dê komkujiyên piştî Pirsûsê pêk hatin xwe çênebûnan. Ya me ji biryara vê dozê fam kir ew e ku, jiyana 33 kesî 7 hezar û 500 TL ye. Her hal ev jî zêde hatiye ku, kirine 12 texsît jî. Em ê wek kesên ku di teqînê de hevrêyên xwe winda kirine û mexdûrê qetlîamê ne, her têkoşîna xwe xurt bikin."

'XEWNA 33'YAN NE EW XEWN EKU BI 7 HEZAR Û 500 TL'YÎ BÊ FIROTIN'

Berdevka SGDF'ê Ceren Çoban a di komkujiyê de birîndar bû têkildarî biryara dozê wiha got: "Ev biryara nîşan dide ku, bê kî qetlîam pêk aniye, kî fermana qetlîamê daye. Me gotibû divê ji Wezareta Karên Navxweyî hetanî polîsên qedemeya herî jêr yeko yek bên darizandin. Her tim bersûc ji me hat revandin. Niha jî rastî "xelata" 7 hezar û 500 TL'yî ay ku dê bi texsîtan bide hat. Heta em nebêjin qediyaye, dê ev doz neqede. Xewna 33'yan ne ew xewn e ku bi 7 hezar û 500 lîreyî bê firotin."