EDENE - Di îdianameya der barê xwendekarê Zanîngeha Çûkûrovayê Kamûran Kilgi yê ji ber cezayê hepsa malê bi meha ye nikare têkeve ezmûnên xwe hat amadekirin de, li ser medyaya civakî parvekirina wî ya wêneyê pismamê xwe yê tevlî YPG'ê bûye û li binî heman wêneyî cih girtina helbesteke Helbestkar Ahmed Arif wek "Propagandaya rêxistinê" hat nirxandin.
Li Edeneyê, xwendekarê pola dawîn ê Beşa Wêjeyê yê Zanîngeha Çûkûrovayê Kamûran Kilgi di 28'ê Îlona 2016'an de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve rastî cezayê hepsa malê hatibû. Di îdianameya di çarçoveya lêpirsînê hat amdekirin de, ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve hat qebûlkirin.
Di îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê hat amdekirin de, der barê Kilgi yê dê bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" bê darizandin, hat dîtin ku parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî wek unsûrên sûcî hatin hesibandin. Kilgi di hesabê xwe yî civaka medyayî de, wêneyê pismamê xwe Nûrettîn Kilgi yê YPG'î ku dema li dijî DAIŞ'ê şer kiribû û jiyana xwe ji dest dabû parvekiriye û ev wêneyê bi kincên leşkerî wek delîla "Propagandaya rêxistinê" hat hesibandin.
PARVEKIRINA HELBESTAN JÎ SÛC E
Dîsa di îdianameyê de tişta wek unsûra sûcî hat hesibandin ew e ku, Kilgi di parvekirina xwe de li beşa şîroveyê ji helbesta Ahmed Arîf a bi navê "Dilê Min Bîra Dînamîtê Ye" (Kalbim Dinamit Kuyusu) ristên wek "Êrîş min dibin, şahdemara gerîlayan ji bo gelê min, gelek şewatên wê li eniya min datînin..." nivîsandibûn û ev rist wek "Propagandaya rêxistinê" hatin hesibandin.
Dê yekemîn rûniştina dozê di 25'ê Çileyê de bê dîtin.
'MAFÊ MIN Ê PERWERDEHIYÊ HAT BINPÊKIRIN'
Kilgi, li dijî doza lê hatiye vekirin û "cezayê hepsa malê" bertek nîşan da û ragihand ku, ji ber parvekirinên civaka medyayî ev 4 meh e di "hepsa malê" de ye û hatiye mexdûrkirin. Kilgi anî ziman ku, parvekirina çend ristên helbesta Ahmed Arîf wek unsûra sûcî hatiye hesibandin û li dijî vê bertek nîşan da. Kilgi anî ziman ku, cezayê "hepsa malê" yên hinekan hatiye rakirin, lê ya wî nehatiye rakirin û wiha got: "Ji ber hepsa malê nikarim têkevim ezmûnên xwe. Ji bo têkevim ezmûnan min daxwazname nivîsand, lê hat redkirin. Mafên min ê perwerdehiyê ku mafê min ê herî xwezayî ye hat astengkirin. Wek xwendekarekî ev KHK bandorê li min jî kirin. Dibistana min dirêj bû û mafê min ê perwerdehiyê ji dest min hat girtin. Dixwazim dawî li vê derhuqûqiyê bê."