WAN - Gelê Wanê li dijî dubare dirêjkirina dema OHAL'ê bertek nîşan da û gotin, tekane armanca OHAL'ê ne "ewlehî" pêkanîna rejîma "yekzilamî" ye.
Gelê Wanê, li dijî dubare dirêjkirina dema Rewşa Awarte (OHAL) bertek nîşan da û dest nîşan kir ku, OHAL ji bilî mirin û binpêkirina mafan tu tiştî bi xwe re nayne.
Ji welatiyan Nûray Eray, di 6 mehên OHAL'ê de pêkûtiyên xwe dan der bi bîr xist û dest nîşan kir ku, mirin bi mebesta ji bo tirsê berbelav bikin pêk tên.
Ji welatiyan Sacîde Kizilay balê kişand, ser binçavkirin û girtinên di dema OHAL'ê de xwe didin der û wiha got: "Di bûyereke pir biçûk de jî, yek wek FETO'yî giliyê we dike û gelek hevalên min ên tu eleqeya wan bi vê rêxistinê re tune ne hatin binçavkirin." Kizilay got, bi OHAL'ê re çewisandinên li dijî azadiya ramanê 2 qat zêde bûne û anî ziman ku, ji bo rakirina OHAL'ê ji destê kê çi bê divê bike.
‘OHAL JI BO PERGALA SEROKATIYÊ TÊ DIRÊJKIRIN'
Kemal Guler got, ji bo dewlet nehuqûqiyên xwe li ser zemînekî qanûnî bide rûniştandin OHAL'ê dirêj dike û wiha axivî: "Di bin navê OHAL'ê de bi derxistina KHK'yan gelek sazî û aşredariyên ku vîna gel in desteser kirin. Mebesta dewletê ji vê ew e ku gel bitebisîne, rejîma xwe ava bike. Ji bo vê jî OHAL'ê dirêj dike." Guler dest nîşan kir ku, tekane armanca dirêjkirina OHAL'ê ne ji bo ewlehiyê ye ji bo amadekirina şert û mercên pergala serokatiyê ye û got, ev qethiyen nayê qebûlkirin.
Ji welatiyan Abdulakdir Çalişkan jî balê kişand ser TOMA û wesayîtên polîsan ên bi mehan li kolan û kuçeyên bajêr tên rawestandin û anî ziman ku, tekane armanca OHAL'ê ew e ku, dewlet ser sûcên xwe binixumîne.