ÎZMÎR - Girê Pagos ango bi navê xwe yê rojane Kadîfekale ya ku Beriya Zayînê di serdema 4'emîn de ji aliyê Qralê Makedonyayê Îskenderê Mezin ve hatiye çêkirin ji salên 90'an vir ve ji kurdan re malovaniyê dike. Semta Kadîfekaleyê di roja îroyîn de dibe şahidê berxwedana kurdan a li dijî asîmîlasyonê.
Girê Pagos a bi navê xwe yê rojane Kadîfikale li derveyî Îzmîrê, Beriya Zayînê di serdema 4'emîn de ji aliyê Qralê Makedonyayê Îskenderê Mezin ve hate çêkirin û şopên serdema helen, roma, bîzansê ya serdema navê bi akropol, şano, stad, bouleuterion, prytaneion, perestgeh, kemerên avê, diwarên bircan, bi cadeyên fireh û avahiyên ku ji gir ber bi deryayê ve diçe bajarekî benderê ya bazirganî dihat kirin bû. Keleha dîrokî ya ku bûye şahidê gelek şer û xirakirinan îro jî ji ber polîtîkayên pêkûtiyê yên dewletê dibe şahidê berxwedana kurdên ku bi zorê hatine koçberkirin. Malbatên kurd ên ku piranî ji navçeyên Nisêbîn û Mahsert ên Mêrdînê koçî kelehê kirine li vir her çiqas ji cih û warên xwe bên kirin jî çanda xwe didomînin.
KELEHA LI DIJÎ DEMÊ LI BER XWE DIDE
Îro tenê li rojavayê kelehê 5 qûle û li başûr jî beşek diwarên kelehê mane. Tê fêmkirin ku dirêjbûna kelehê 6 kîlometre, bilindbûna quleyên ku diwarên kelehê diparêze jî 20-25 metre ye. Aliyê bakur û rojhilatê kelehê bi temamî hilweşiyaye. Li hundirê kelehê sarincekî avê û dehlîzek heye. Şanoya Pagosê ya 16 hezar kes bi cih dibe jî ber bi deryayê ye û dîmehekî xweşik derdixe holê. Tê zanîn ku diwarên şanoyê heta sala 1638'an jî disekinî.
BI NANÊ TENÛRÊ DEBARA XWE DIKE
Jina bi navê Hawliye Aktaş a ku 4 sal in li kelehê nanê tenûnê dipêje û difiroşe diyar kir ku bi vî rengî debara xwe dike. Aktaş da zanîn ku rojê 70-80 nan diforoye û tema nanê tenûrê cuda ye ji ber vê yekê jî ji gelek semtên Îzmîrê welatî ji bo ku nanê tenûrê bikirin tên kelehê.
'LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ EM ÇANDA XWE DIDIN JIYANDIN'
Aktaş got ku di salên 90'an de mecbûr mane koçî Îzmîrê bikin û li vir jî çanda xwe didin jiyandin. Aktaş anî ziman ku li dijî asîmîlasyona ku li ser wan tê ferzkirin ew bi israr bi kurdî diaxive û wiha berdewam kir: "Me tu caran zimanê xwe winda nekir û ez tirkî nizanim. Her tim bi zarokên xwe re bi kurdî axivîm û vî didomînim jî. Dema ku zarok bi tirkî diaxivin ez aciz dibim. Ez dibêjim bi zimanê xwe biaxivin û ji bîr nekin. Çi dibe bila be em ê çand û zimanê xwe ji bîr nekin."
'EM HER TIM RASTÎ NÊZÎKATIYA ÇÎNA DUYEMÎN HATIN'
Welatiyê bi navê Cemal Acar ê ku di 1986'an de ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kiriye got ku li Îzmîrê karê tekstîlê dike û her tim rastî nêzîkatiyên çîna duyemîn hatine û wiha berdewam kir: "Dema ku di nasnameyên me de Mêrdîn dinivîsîne bi çavakî gumanbar li me dinêrin. Tên binçavkirin. Dema ku diçin bajar wekî gumanbar me didin rawestandin. Divê ev feraset bê guhertin. Di dawetên me de stranên me yên bi kurdî tê strandin. Li wir em cilên xwe yên netewelî li xwe dikin. Di warê çandî de li ber xwe didin. Em bi salan bi çanda xwe ve jiyan kir û em ê bidin jiyankirin jî."