STENBOL - Li Stenbolê barîna berfê didome. Ji ber barîna berfê balafirên Rêyên Hewa ya Tirk (THY) 338 seferên xwe yên balafiran betal kir.
Barîna berfa zêde ya li Stenbolê bandarê li ser gelek qadên jiyanê dike. Ji ber barîna berfa zêde Rêyên Hewa ya Tirk (THY) seferên balafiran betal dike. Li Balafirgeha Ataturk ji ber balafir ranebûn, rêwî neçar man li balafirgehê li erdê razên. Rêwiyên fels û nexweş jî şandin otelan. Li balafirgehê li pêş ofisa firotina bilêtan mirov li pey hev rêz bûn.
LI THY'Ê FIRÊN NAVA TIRKIYE DEST PÊ KIR
Midûrê Giştî yê THY'ê Bilal Ekşi, di hesabê xwe yê fermî yê twitterê de diyar kir ku şevê din saet ji 00.00'an de dîsa firên xetên navxweyî (Xetên nava tirkiye) dest pê kiriye. Piştî pîsta balafiran hatin paqijkirin balafir disa rabûn.
EKŞİ: DÊ 300 BALAFIR RABIN
Midûrê Giştî yê THY'ê Bilal Ekşi di hesabê Twitterê de diyar kir ku ji ber berfa zêde li Balafirgeha Ataturk di 9'ê Çile de 79 sefer hatin kirin û roja sêşemê 10'ê çile jî dê 300 sefer bên kirin.
338 SEFER BETAL KIRIN
Di malpera fermi ya THY'ê de jî hat diyarkirin ku di 10'ê Çileya 2017'an de li Balafirgeha Ataturk û Sabiha Gokçen ji ber berf û bahozê 338 seferên fire hatine betalkirin. Otobusên Deryayê (ÎDO) û Otobusên Deryayê yên Bursa (BUDO), gelek seferên Deryaya Marmara betal kir.