MERSÎN - Rojmameger û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratîk Ulus bi riya malbata xwe diyar kir ku li Girtîgeha Silifke di yek hucreyê de tê girtin.
Rojnameger û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratîk Ulus Arafat Dayan ku 7 meh berê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê" hat girtin û şandin Sîlîfke ya Mêrsînê di yek odeyê de tê girtin. Dayan, ku bi tena serê xwe di yek odeyê de tê girtin, Ji Tîrmeha 2016'an heta niha li Girtigeha Silifke girti ye. Dayan bi riya telefonê agahî da malbata xwe. Bavê Arafat Dayan Îbrahim Dayan, diyar kir ku kurê wî diyar kiriye ku ligirtigehê rastî zextan tê û wiha got: "Kurê min bi awayekî keyfî di yek odeyê te bi tena serê xwe tê girtin. Kurê min rojnameger e û li dijî hiqûqê hatiye girtin."
Li heman girtîgeha Silifkeyê girtiyê bi navê Hamza Çiçekçî jî diyar kiribu ku 38 rojin di yek hucreyê de tê girtin.