KOCAELÎ - Rojnamegeran diyar kirin ku ew Roja Ronamegerên Dixebitin bi pêkûtî û bêparbûna mafên xwe pêşwazî dikin wiha gotin: "Gelek zehmetiyên ku em dikişînin hene. Wekî ku dixwazin nikarin binivîsînin. Wekî hêzakar a erzan tên dîtin. Li Tirkiyeyê rojnamegerî nema."
Li Tirkiyeyê kedkarên çapemeniyê 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin bi binpêkirinên mafan pêşwazî kirin. Kedkarên çapemeniyê yên ku li Kocaeliyê li qadê dixebitin ji ber ku nikarin heqdestên xwe bigirin bigazinc in.
Nûçegihana Ozgur Kocaeliyê Aşyegul Kalayci diyar kir ku divê 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin wekî cejnê bê pîrozkirin lê ev şert hê jî tuneye. Kalayci da zanîn ku nêzî 16 sal in rojnamegeriyê dike û pêkûtiyên ku niha tê jiyîn tu demê nehatiye jiyankirin. Kalayci bal kişand li ser pêkûtiyên li ser çapemeniyê û wiha axivî: "Pereyê ku em digirin pir kêm e. Di bin mehaneya kêm de jî em pere digirin. Di saetên xebatê de jî pirsgirêkên mezin hene. Nûçigihanik serê sibehê dema ku saet di 09.00'an de dest bi kar dike sînora şevê tuneye." Kalayci destnîşan kir ku rojnameger bêyî ewlehiya kar dixebtin û wiha berdewam kir: "Piraniya hevalên me bêyî mesaiyekî bigirin dixebitin. Piraniya saziyên çapemeniyê sîgorteyê jî nakin. Ji ber ku ev sîgorte nayê kirin, di warê destur û zêdekirina mehaneyê de jî gelek pirsgirêk tên jiyîn." Kalayci got ku heke Qanûna Çapemeniyê li hemû saziyên çapemeniyê pêk bê dê pirsgirêkên rojnamegeran bê çareserkirin.
'MAFÊ XEBATKARÊN ÇAPEMENIYÊ NAYÊ DAYÎN'
Nûçegihanê Mavî Kocaeliyê Kerîm Çelîk jî anî ziman ku ew bi aweyekî fiîlî dixebite lê di warê mafan de gelek pirsgirêkan dijî. Çelîk de zanîn ku ji serê sibehê heta êvarê bi nûçeyan ve eleqadr dibin û wiha berdewam kir: "Mehaneya ku em digirin, mehaneya kêm e. Di gelek saziyên çapemeniyê de mafên rojnamegeran nayê naskirin. Ji ber ku sîgorteya wan di warê karkerên normal de tê nîşandan. Em nikarin mehaneya meaiyê bigirin. Bi taybetî pirsgirêkên karkeran çi be yê rojnamegeran jî heman pirsgirêk in." Çelîk dest nîşan kir ku kîjan saetê be jî diçe nûçeyê lê ligel vê yekê jî heqdestê xwe bigirin.
'PEREYEKÎ BIÇIM KAFEYÊ TUNEYE'
Çelîk da zanîn ku rojnameya wî jî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hatiye girtin ev yek jî bûye sedema mexdûrbûneke din. Çelîk diyar kir ku piştî ku rojnameya wan hatiye girtin tiştên rojnameyê jî hatine destserkirin ji ber vê yekê jî nekarîne mehaneyên xwe jî bigirin. Çelîk got ku ji sendîkaya ku serîlêdane jî bersiva "di şertên OHAL'ê de nikarin tiştekî bikin" dane wan.
Çelîk destnîşan kir ku di şertên zehmet de dixebitin ji bo nûçe binivîsîn diçin kafeyan lê dem bi dem nikarin pereyê ku bidin kafeyê jî bibînin.
'SAZIYA ÎLANÊ YA ÇAPEMENIYÊ VENÊRTINÊ NAKE'
Çelîk, diyar kir ku pirsgirêkên ku xebatkarên çapemeniyê dijîn di pêkanîna Saziya Çepemeniyê re derbas dibe û wiha got: "Tu venêrtin tune ye. Di Saziya Îlanê de venêrtin girîng e. Lê tenê li saziya îlanê dinere. Li gorî xala 212'an a sîgorta tenê xizmên xwe bi cih dikin. Lê ev sazî lê nanere ku kî bi sîgorta ye ya na."
'BI DILÊ XWE NIKARIM BINIVÎSIM'
Rojnameger Diren Çelik jî ani ziman ku di roja Rojnamegeran de di nava tunebûnêde dijî û wiha got: "Ji ber OHAL'ê em rastî tundiyan tên. Wekî ku dixwazin nikarim binivîsim. Em wekî rojnamegerên herêmî bê şirove dinivîsin. Lê disa em di bin zextan de dijîn.
'BI ÇAVÊ BAZIRGANIYÊ LI ROJNAMEGERAN DINERIN'
Çelîk, da zanîn ku Kocaelî bajarê sanayê ye û wiha got: "Em rastî sucdariya 'Tu rojnameger e an mîlitan e?' dipirsin. Em wekî hêza kedê ya erzan tên dîtin. Bi çavê karker û bazirganiyê li nûçegîhan û rojnameger dinerin."
'LI TIRKIYE ROJNAMEGERÎ MIRIYE'
Nûçegîhanê Rojnameya Demokrat Kocaeli Emre Arkin jî anî ziman ku ji bo wan 10'ê Çile ji rojên din ne cudatir e û wiha got: "Li Tirkiye rojnamegerî nemaye. Rojnamegerî miriye."