AMED - Dozên parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nîhat Akdogan bi hinceta "ewlehiyê" neqlî Amedê hat kirin.
Dozê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nîhat Aydogan ên ku destnedayînan wan hatin rakirin û hatin girtin ji 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê bi hinceta "ewlehiyê" hate neqlkirin. Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ji Dadgeha Bilind re nivîsek şan û xwest daxwaza neqlkirina dozê bê nirxandin. Dadgeha Bilind jî ev daxwaz di cih de dît û biryara şandina dosyayan li Amedê da.
Piştî ku doz hatin neqlkirin dê dadgeh û dîroka danişînê bê diyarkirin.