Doza Yuksekdag hat taloqkirin

EDENE - Doza bi sûcdariya “endama MLKP” ya li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hat vekirin li Edeneyê hat dîtin. Yuksekdag, ji ber ku diyar kir ku ji bo îfadedayînê ne amadeye doz hat taloqkirin.

Derbarê 7 endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî heye doz htibû vekirin û doz li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Doza ku hemû kesên bi sûcdariya “MLKP avakirine û birêvedibin” û “propagandaya rêxistinê kirine” tên sucdarkirin bêyî girtî tên darizandin Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş û gelek parêzer tevlî bûn. Doza bi nasadina nasnameyan destpê kir hat xwestin ku îfadeya Yuksekdag bi SEGBÎS’ê bê girtin. Yuksekdag diyar kir ku ji bo îfade dayînê ne amadeye û dê tevlî dozê nebe. Heyeta dadgehê ji bo kêmanî bên derbas kirin doz taloqî 16’ê Gulanê kir.

Piştî dozê Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş li ber dadgehê daxuyaniyek da çapemeniyê. Beştaş, diyar kir ku Hevseroka wan ji ber teblîqat ne hatiye kirin tevlî dozê nebûye û wiha got: “Zextên li ser partiya me zêde dibin.”
Beştaş guhertinên qanûna bingehîn ên ku duh di meclîsê re derbas bûn bibîranîn û wiha axivî: “Parlamenterên ku vîna gel temsîl dikin di girtîgehê de ne. Ev bi xwe faşîzme. Ev de dema kuhevalên me li girtîgehê de bine. Em amedene ku di qada siyasî û platforma Tirkiyeyê de demokrasî û qanûna bingehîn bi we re nîqaş bikin.”