Kesên di qetlîama Enqereyê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

ENQERE - Di 15’emîn meha qetlîama Enereyê de kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Cigirê Serokê 10 EKÎM-DER’ê Îhsan Seylan, diyar kir ku ji bo peyker li cihê qetlîamê bê çêkirin ew ê têkoşînê bidin meşandin.

Kesên di 10’ê Cotneha 2015’an de, di êrîşa li dijî Mîtînga Ked Aştî û Demokrasiyê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan di 15’emîn meha xwe de hatin bibîranîn. Bîranîna li ber Gara Trenê ya li Enqereyê ku qetlîan lê hatibû kirin hat pêkanîn, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane, kesên birîndar bûne û nûnerên Komeleya 10’ê Cotmehê a Aştî û Piştevaniyê (10EKÎM-DER) tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta ku li ser wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û nivîsa “Em ê hesab bipirsin, em ê efû nekin û ji bîr nekin” hat vekirin û dirûşmeya “10’ê Cotmehê ji bîrneke û nede ji bîrkirin” hat berzkirin.

Saet di 10.04’an de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre Seroka 10 EKÎM-DER’ê mehtap Coşkun axivî. Coşkun banga xwedî derketina li doza ku dê di 6’ê Sibatê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin kir û wiha got: “Wekî her car em carek din di 10 mehê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin li vir kom bûne. Ev 15 mehin ku hêjî me êşa xwe ne jiyaye rojeva welat her roj tê guhertin û di nava vê rojevê de me dest ji têkoşîna xwe ne berdaye.”

Cigirê Seroka 10’ê EKÎM-DER’ê Îhsan Seylan, diyar kir ku piştî 10’ê Cotmehê hêjî birîn sax nebûne û wiha pêde çû: “Destûr ne hat dayîn ku birînên me sax bibin. Me 15 bîranînên ku bi zextan derbas bûn pêkanîn. Em vê dizanin ger em kesên li vir jiyana xwe ji dest dan ji bîr bikin bila dilê me bimmire.”
Birayê Hasan Baykara yê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest da Resul Baykara anî ziman ku wan di lêgerîna xwe ya dadê de tiştek bi dest ne xistine û ji ber qetlîama Enqereyê ne hat rûnîkirin qetlîamên din tê jiyîn.

Baykara, bi lêv kir ku divê êdî kesên ku li ser mirina mirovan rantê qezenc dike dest ji van pêkanînên xwe berdin û wiha axivî: “Bila mirov ne mirin. Em dixwazin di nava aştî û biratiyê de bijîn. Em ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane dê têkoşîna xwe bidomînin. Ger em parçe bibin jî em ê dest ji aştiyê bernedin.”