Ji bo Geliyê Mûnzûrê doz li wezaretê hat vekirin

DERSIM - Piştî ku serlêdana Baroya Dersimê ya ji bo Geliyê Mûnzûrê bibe Mîrateya Çandî ya Cihanê hatibû kirin ji aliyê Wezareta Turizm û Çandê ve hat redkirin, ji bo betalkirina biryarê doz hat vekirin.

Serlêdana Baroya Dersimê ya ji bo Geliyê Mûnzûrê bibe Mîrateya Çandî ya Cihanê ya UNESCO'yê hatibû kirin ji aliyê Wezareta Turizm û Çandê ve hat redkirin. Wezaretê bersiva "Ji ber ku pêşniyara Geliyê Mûnzûrê di bin krîteran de bikeve nava lîsteyê, têkîldarî parstina qadê û nirxandina mijarê berpirsyariya yekemîn a Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê (Midûriyeta Giştî ya Parastina Hebûnên Xwezayê û Wezareta Karên Av û Daristanê (Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê) ye, divê bi wan ve bikevin nava têkîliyan" hat dayîn.

Baroya Dersimê jî bal kişand li ser berpirsyariya Wezareta Çand û Turîzmê ji ber vê yekê jî ji bo biryara redkirinê ya ku Geliyê Mûnzûrê bibe Mîrateya Çandî ya Cihanê ya UNESCO'yê bê betalkirin serî li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê da.