ÎZMÎR - Xwendekarên Zanîngeha Egeyê ji bo piştgirî bigin mamosteyên xwe yên bi biryarnameya KHK’ê hatine îxraçkirin biryar dan ku nekevin ezmûnan.
Xwendekarên akademîsyenên ku bi biryarnameya KHK’ê ji Zanîngeha Egeyê hatin îxraçkirin ji bo piştgirî bidin mamosteyên xwe biryar dan ku ne kevin ezmûnan. Xwendekarên beşên felsefe, sosyolojî, psîkolojî û ragihandinê diyar kirin ku heta mamosteyên wan paşde vegerin ew ê li berxwe bidin û çalakiyan li dar bixin.