STENBOL - Saziyen rojnamegeran TGS û TGC'ê têkildarî 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin bi navê "Roja Rojnamegerên Naxebitin" kom bûn û daxuyani dan. Rojnamegeran diyar kirin ku di roja ku rojnameger girtî û betal bin, pîrozkirina vê rojê bê wate ye.
Sendikaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) û Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), li avahiya TGC'ê têkildarî 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin bi navê "Roja Rojnamegerên Naxebitin" kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînêde Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş, Nûnerê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) yê şaxa Stenbolê Ugur Guç, Sekretera Giştî ya TGC'ê Sibel Guneş û Şêwirmendê Hiqûqêyê TGC'ê Gokhan Kuçuk amade bûn. Rojnamegeran diyar kirin ku di roja ku rojnameger girtî û betal bin, pîrozkirina vê rojê bê wate ye.
Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş, anî ziman ku berê 10'ê Çile wekî Cejna Rojnamegeran dihat pîrozkirin, lê niha wekî roja Rojnamegerên betal tê zanîn. Bi dehan rojnameger der barê wan de doz hatine vekirin û zêdeyî 3 hezar rojnameger betal in. Durmuş, da zanîn ku di roja ku girtî betal û girtî bin bê wate ye ku vê rojê pîroz bikin. Durmuş, anî ziman ku li Tirkiye 144 rojnameger girtî ne û wiha got: "Bi hezaran rojnameger betal in. Kijan roja ku rojnameger azad û xwedî kar bin wê demê em dê vê rojê pîroz bikin."
‘EM DIXWAZIN ROJNAMEGERIYA RASTÎN BIKIN'
Sekrereta Giştî ya TGC'ê Sibel Guneş jî anî ziman ku di sala 2016'an de karta 780 rojnamegeran a çapemeniyê betal bûye û wiha got: "189 rojnameger rastî tundiya fîzîkî û devkî hatin. 10 hezar rojnameger betal in. Niha îktîdar çapemeniyê ji bo xwe wekî asteng dibîne. Nûçeyan ji bo xwe talûke dibîne. Rojnameger wekî 'terorist' tên dîtin. Em dixwazin rojnamegeriya rastîn bikin. Em naxwazin cuda bên dîtin."
‘EM DÊ PARASTINA ROJNAMEGERAN BIDOMÎNİN'
Nûnerê ÇGD'e yê Stenbolê Ugur Guç, diyar kir ku bi biryara KHK'ê 268 saziyên medya hatin girtin û 2 hezar û 500 karker betal man. Guç, da zanîn ku ew dê li cem rojnamegeran cih bigirin û parastina mafên wan berdewam bikin.
Şêwirmendê Hiqûqê yê TGC'ê Gokhan Kuçuk, jî anî ziman ku li ser navê maliyetê kêm bikin rojnamegeran ji kar derdixin û wiha got: "Xwediyê medya armanca wan zêde qezenç bikin. Ji ber vê yekê rojnamegeran weki karker dibînin û wan bi erzanî didin xebitandin."