Dadger şahidê parastina xwe dikir bi gotina 'dengê xwe bibire' bêdeng kir

AMED - Di doza M.Ş.A. û M.S.A. yên ku dema şer ji navçeya Sûrê wekî teslîm bûne dîmen serwîsî çapemeniyê kirin a bi daxwaza cezaya muebetê hat vekirin de N.D. a ku wekî şahid hat guhdarkirin parastina "senaryoyek hatiye avakirin û me belasebeb vê derê digirin" kir li ser vê yekê serokê dadgehê bi gotina "dengê xwe bibire" bêdeng kir.

Doza M.Ş.A. û M.S.A. yên ku dema şer ji navçeya Sûrê ya Amedê wekî teslîm bûne bi dîmenên mîzansenê serwîsî çapemeniyê kirin a bi daxwaza cezaya muebetê hat vekirin û di çapemeniyê de jî van dîmenan wekî "Li Sûrê PKK'î wisa teslîm bûn" cih girt, li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc M.S.A. û parêzer beşdarî dozê bûn, bersûcê din beşdar nebû. Piştî biryara guhertina heyetê hat xwendin jina bi navê N.D. a ku ji ber dozekî din li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê tê girtin bi SEGBÎS'ê tevlî dozê bû.

N.D. îfadeya xwe ya berê li qereqolê dabû qebûl nekir û got ku îfadeya ku polîsan amade kirine bi zorê îmze kiriye û wiha parastina xwe kir: "Bi avakirina senaryoyê hûn çima belasebeb me li vir digirin." Li ser vê yekê serokê dadgehê "Tu qebûl bikî jî nekî jî te digirin. Dengê xwe bibire" bi kar anî û SEGBÎS girt.

Piştre dozger di mutalaya ku da de xwest ku girtîbûnê ya bersûcan bidome. Parêzerê M.S.A. jî diyar kir ku muwekîlê wî mexdûrekî Sûrê ye û ev yek nehatiye lêkolînkirin. Parêzer wiha got: "Muwekîlê min di emniyetê de di bin girtêka teşhîskirina wêneyan de gotina ' ez dema ku teşhîs tê kirin parêzer naxwazim lê îmze navêjim' bi kar aniye. Ez dixwazim hûn vî nakokiyê bibînin."

Parêzer got ku dema ku muwekîlê wî ji Sûrê hatibû derxistin bi awayekî sînematografîk dîmenên wî hatiye kişandin û bi awayekî "destê bi dilovan" serwîsî çapemeniyê hatiye kirin û xwest bê berdan.

Piştî navberekî kurd heyetê biryara berdewamkirina girtîbûna bersûcan da û doz taloqî meha adarê kir.