STENBOL - Midûrê Nûçeyan a ÎMC TV a hate girtin ji ber tweetên ku nenivîsandiye û parvekiriye derket pêşberî dadgehê. Heyeta dadgehê ji dozger xwest 8 tweet li kû hatiye dîtin bê lêkolînkirin.
Midûrê Nûçeyan a ÎMC TV a hate girtin ji ber tweetên ku nenivîsandiye û parvekiriye di 30'ê nîsana 2016'an de hatibû binçavkirin cara duyemîn li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê derket pêşberî dadgehê. Aktan ê ku ji ber tweetên nenivîsandiye bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" tê darizandin bi parêzerên xwe ve tevlî dozê bû. Gelek rojnamegeran vî doz şopandin. Dozê bi xwendina belgeyên ku hatine dest pê kir.
DADEHÊ 8 TWEET PIRSÎ
Dozger di danişînê de mutalaya xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir û diyar kir ku di îdianameyê de hin peyamên ku mijara gotinê ne derbas nabin, xwest ev bên dîtin û kêmasî bên temamkirin. Lİ ser daxwaza dozger, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyetê xwest 8 tweetên ku aydî Aktan nînin û çileya par hatine avêtin li kû ne bê lêkolînkirin û heta danişîna din dem bê dayîn.
Di rapora ku ji aliyê emniyetê ve hatiye pêşkêşkirin de du kompîtûr û telefona Aktan ên ku meha borî teslîmî Aktan hatine kirin de nêrîna "hemayên sûc nehatine dîtin" anîbû ziman.
Heyeta dadgehê doz taloqî 4'ê nîsanê kir.