STENBOL - Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê têkildarî biryara dadgehê ya 7 hezar û 500 tl ceza li Midûrê Polîsan ê Pirsûsê biriye diyar kir ku bi vî cezayê pêkenok crake din 33 rêwişên wexna kuştin û ew vê biryarê nas nakin.
Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê têkildarî biryara Dadgehê ya 7 hezar û 500 tl li Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalial birî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemiyê pêk anî.
Di civînê de malbatên ku zarokên wan di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane, kesên birîndar bûbûn, parêzerên malbatan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Parêzerê Platformê Taylan Savran, Nûnerên HDP, ESP, SGDF, OTSP, Malbatên kesên di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û rêveberê BEKSAV'ê amade bûn. Li ser navê Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçin, bertek nîşanî biryara cezayê ku li Midûrê Mehmet Yapalial hatiye birîn da û anî ziman ku ev cezayekî pir kêm e. Elçîn, da zanîn ku cezayê 7 hezar û 500 TL cezayekî ku nayê qebûlkirin û ev jî têra wan nake kirine 12 taksît û wiha got: "Ev biryar nayê qebûlkirin. Teqez em vê biryarê qebûl nakin.
'ÇAV JI KOMKUJIYÊ RE GIRTIN'
Bavê Çagdaş Aydin ê li Pirsûsê hat qetilkirin û ew jî birîndar bû Fethi Aydin daxuyanî da û wiha got: "Bi vê biryarê careke din 33 rêwiyên xewnan kuştin. Cezayê ku dane midûr wekî xelatê ye. Ev nayê qebûlkirin. Dewlet bi vî rengi çavê xwe ji komkujiyan re digire. Ev ne yekemîn biryara bê edalet e. Li Tirkiye mînakê bi vî renî pir in. Me berê jî got berpirsiyarê komkujiyan direvînin û tenê kesekî dadirizînin. Nikarin bi vê yekê me bi xapin. Bi dayîna 7 hezar û 500 TL nikarin me bi xapînin. Em ji xeynî edaletê tiştekî din nas nakin.
PARÊZER SAVRAN: TU TIŞT NEQEDIYA
Parêzerê malbatan Prz. Taylan Savran, anî ziman ku ji destpêka darizandinê heta niha bê hiqûqî heye û wiha got: "540 rojin biryara veşarî dane ser dosyayê. Beyî malbatan bi awayekî dizî parêzer ji Mugla tayîn kirine. Ev biryar nayê qebûl kirin. Heyeta dadgehê ji destpêka darizandinê helwesta xwe nişan daye. Divê Yapalial ne ji ber ku peyvir îhmal kiriye bê cezakirin. Divê ji ber ku rê li pêş îhmalê vekiriye bê darizandin. Hêj tu tişt xelas nebûye. Em dê serî li Dadeha Herêmî ya Dîlokê bidin. Em dê bixwazin ku Midûr Yapalial bê beşdarî rûniştina dozê bibe û bê darizandin."
YILDIZ: DIVÊ HESAB BIDIN ME
Hevsera Cemil Yildiz Sultan Yıldız jî anî ziman ku ew vê biryarê qet qebûl nakin û dê heta dawî têkoşîna xwe berdewan bikin. Yildiz anî ziman ku hesabê vê yekê nedan, lê divê hesabê vêyekê bidin. Birayê Ugur Ozkan Suleyman Ozkan jî xwest kujer hesab bidin. Bavê Vatan Budak Murat Budak jî ani ziman ku li vî welatî dewlet qatil e wiha got: "Dewlet qatilan diparêze. Lê mexdûran jî ceza dike. Endamê SGDF'ê Ulaş Alankuş jî anî ziman ku ew dê li her derê têkoşîna edaletê berdewam bikin. Alankuş, anî ziman ku ew dê di 20'ê Çile de li Kadikoy Halitaga bin û xwest her kes piştgiriyê bidin wan.