AMED - Setreterê Kordînasyona Bajar a TMMOB'ê Mehmet Orak diyar kir ku ji ber ku Plana Îmarê ya Parastina Sûrê ya Amedê taybetiya navçeyê hatiye paşguhkirin û guhertin bê betalkirin serlêdan kirine.
Lijneya Kordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê bi daxuyaniya ku li Odeya Endezyarên Elektrîkê da ve aşkera kir ku îtirazî Plana Îmarê ya Parastina Sûrê ya Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê kirine. Sekreterê Kordînasyona Bajar a TMMOB'ê Mehmet Orak diyar kir ku plan dê zirarê bide jiyan û cewherê Sûrîçî yê dîrokî û ji bo plan bê rawestandin îtirazî Midûriyeta Bajar û Hawirdorê kirine.
Orak wiha got: "Bi planê ve li Sûrîçî dê li şûna saziyên perwerdehiyê, qadên tenduristiyê înşakirina qereqolan tê plankirin. Ev nêzîkatiya bi parastinê hemû nirxên din paş guh dike û li dijî rêgezên bajarvaniyê ye. Li gorî tespîtên ku me kirine bi rê û qadên qereqolê yên bên çêkirin tê plankirin ku 17 avahiyên hatine tescîlkirin, 42 avahiyên ku dikare bên parastin bi temamî 976 avahî bên hilweşandin. Ligel biryara ku hatiye girtin ev avahî dê çawa bên parastin îzahek tuneye. Bi awayekî aşkera hatiye gotin ku ev guhertin ji bo ewlehiyê tê kirin. Ji ber ku Sûrîçî qadekî mîrate ya bûye aydî cihanê di mudaxaleyekî de dê ji windahiyên ku jê veger tuneye re rê veke. Ev yek hatiye paşguhkirin."
'DI OHAL'Ê DE ÎNŞAKIRINA BAJAR NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Orak destnîşan kir ku guhertin di pêvajoya ku OHAL û "qedexeya derketine derve" berdewam dike de di bin şertên ewlehiyê de hatiye kirin û hê jî ji bo xirakirinan tespîtekî baş nehatiye kirin. Orak wiha got: "Plan divê şertên ku Rêveberiya Awarte hatiye rakirin û jiyan asayî bûye bê kirin. Li ser polîtîkayên ewlehiyê yên awarte înşakirina bajaran nayê qebûlkirin."