Li pêş Midûriyeta Polîsan şer: Kesek mir kesek birîndar bû - LEZGÎN

DÎLOK - Li pêş Midûriyeta Polîsan a Dîlokê şer derket. Di şer de polîsek bi giranî birîndar bû û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Li Dîlokê saet li dor 15.15'an li pêş Miduriyeta Polîsan a Dîlokê şerê çekdarî rû da. Di şer de hat diyar kirin ku polîsek bi giranî birîndar bû û kesê tê gotin êrîşkar e jî di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê gelek ambulans hatin cihê bûyerê. Şahiden bûyerê diyar kirin ku êrîşkar gule berdaye serê polîsê nobedar û bi giranî birîndar bûye. Şahidan diyar kirin ku 3 êrîşkar hebûn û di şer de êrîşkarekî jiyana xwe ji dest daye û 2 êrîşkar jî reviyan e. Piştî şer li herêmê operasyon hat destpêkirin û rêyên diçin ser Midûriyeta Polîsan ji çûn û hatinê re hatin girtin.