Li mizgeftê tente hilweşiya: Kesek mir

STENBOL - Li Atakoyê Mizgefta 5. Kisim tenteya bi ser cemaetê de rûxiya û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da 10 kes birîndar bûn.

Li Atakoyê ya Bakirkoya Stenbolê Mizgefta 5. Kisim tenteya bi ser cemaetê de rûxiya. Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hat kirin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxaleyî birîndaran kirin. Şaredarê Bakirkoyê Bulent Kerîmoglu têkîldarî bûyerê got ku kesek miriye 10 kes jî birîndar bûne.