EFJ-IFJ ji li Wezareta Dadê xwest 6 rojnamegeran berdin

NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Rojnamevanên Ewropa û Navneteweyî (EFJ-IFJ), bang li Wezareta Edaletê kir û xwest 6 rojnamevanên ku 17 rojin di bin çavan de tên girtin berhdin.

Federasyona Rojnamevanên Ewropa û Navneteweyî (EFJ-IFJ) ji Wezareta Dadê xwest ku 6 rojnamevanên 17 rojin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di bin çavan de tên girtin berde. EFJ û IFJ'ê diyar kirin ku dê binpêkirina mafên rojnamevanan ên li Tirkiyeyê, ji Platforma ji bo Parastin û Ewlekariya Rojnamevanan a Konseya Ewropayê û Nexşeya Azadiya Medyayê re ragihîne. EFJ û IFJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, Tûnca Ogreten, Mahîr Kanaat, Omer Çelîk, Metîn, Eray Sargin û Derya Okatan, bêyî daxuyaniyeke fermî hatine binçavkirin û ji ber vê yekê bi fikar in.

ROJNAMEGER DI 25'Ê KANÛNA 2016'AN DE HATIBÛN BINÇAVKIRIN

Di 25'ê kanûnê de Mirûdê Nûçeyan ê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik li Amedê û Nûçegîhanê DİHA yê berê Metin Yoksu, Nûçegîhane Dikenê Tunca Ogreten, Berpirsiyarê Muhasebê yê Rojnameya BirGunê Mahir Kanaat, Midûra Karên Nivîsan a ETHA'yê Derya Okatan û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin jî li Stenbolê hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina rojnamegeran heta 24'ê çileyê hat dirêjkirin. Îtîraza binçavkirinê hat redkirin û der barê dosyayê de biryara veşartî hatiye dayîn.