Niviskar Asli Erdogan hêjayî xelatê hat dîtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Lijneya Şêwiriya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisku hate dîtin.

Endama Desteya Şêwiriyê ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan ku di çarçoveya operasyona rojnameya Ozgur Gundemê de hatibû girtin û bi şertê “qedexkirina derveyî welêt” hatibû berdan, hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisku ya 2016’an hate dîtin. Di daxuyaniya Juriyê de diyar kir ku Erdogan ji ber tevkariya mezin bi pêşxistin û parastina mafên mirovan a navneteweyî kiriye, bi yekgirtina denga ve hêjayî xelatê hatiye dîtin. Juriyê xebatên Erdogan ên ku bêedaletî kirine mijar lêkola, bi bîr xist ku nivîskar ji ber nivîsên xwe yên quncikê û endamtiya Desteya Şêwiriyê ya Ozgur Gundemê hatiye darizandin û got: "Ev xelata ku layiqî Erdogan hatiye dîtin, li dijî sînordarkirinên mezin ên li ser mafên mirovan sembolek e.”

Li bendê ye ku xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisku bi merasîmekê di meha Gulan an jî Hezîranê de bê dayîn.