ENQERE -Karê dengdayîna ji bo yekemîn madeya guherandina Qanûna Bingehîn dest pê kir.
Piştî axaftinên partiyiyan ên der barê yekemîn madeya guehrandina Qanûna Bigehîn, pirs û bersivên hatin berpêşkirin li ser navê hikûmetê Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bersivand.
Bozdag, têkildarî daxwaza ku bila hevdîtin di TV'ya Meclîsê de bi awayekî zindî biweşin de diyar kir ku, Meclîs TV saet di navbera 14.00-19.00'an de weşanê dike û piştî vans atean tê birîn ku ev sepan 6 meh e wisa didome û wiha got: "Em ji gel narevînin, em dibin ber gel."
Piştî bersiv û pirsan, derbasî pêşniyarên ji bo guherandina madeyê bûn. Du pêşniyarên HDP'ê hatin redkirin.
Piştî pêşniyaran karê dengdayîna dest pê kir. .
Karê dengdayîna ji bo yekemîn madeya guherandina Qanûna Bingehîn saet di 22.45'an de dest pê kir. Parlementer li gor rêza bajaran deng bi kar anîn.