Di odeyekê de jiyanek berxwedêr

COLEMÊRG - Malbata Aykût a mala wan di qedexeya derketina derve ya li Geverê de hat hilweşandin, bi armanca axa xwe terk nekirin odeyeke malê ji nû ve ava kirine û li wir ji bo jiyanê têdikoşin.

Li gundê Mexsûdava ya navçeya Gevera Colemêrgê malbata Aykut li hemberî şert û mercên zivistanê di odeyek de jiyana xwe berdewam dikin. Malbata Aykût a ku mala wan di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê tîmên teybet ve hat xerakirin odeyek malê ji nûve avakirine û 6 kes li vir dijîn. Endamê malbatê Hamza Aykut diyar kir ku li gund pevçûn tûnebûye lê ji gundê ku 120 mal hebûn bi xerakirinê tu mal nemane û wiha got: "Li gundê me ji dibistanê bigire heya mizgeftê tu tişt nehiştine, tevî xerakirine. Niha em di rewşek xerab de dijîn. Lê dîsa em dev ji gundê xwe bernadin. Şert mercên me çiqas zor be jî em li virin." Aykût anî ziman ku ew bi xwedikirina 5 mihan jiyana xwe berdewam dikin û banga piştgiriyê kir.

EMÊ BI HATINA BIHARÊ RE GUND JI NÛVE AVA BIKIN

Hevjina Hamza Zeynep Aykût jî balkişand pêvajoya xerekirina mala wan û hêsanê xwe wiha anî ziman: "Ji bo vê malê bê avakirin ez di dehan karan de xebitîm. Heta ku me malê avakirin jiyana me nîvî çû lê tîmên teybet mala ku me bi salan şixulî avakir di nav çend sietan de xerakirin." Aykût diyar kir ku tu cîh wek axa wan nabe ji ber viya ew di bin şert û mercên zor de dev ji gundê xwe bernedane û wiha dawî da axaftina xwe: "Em li benda biharêne bi hatina biharê emê mala xwe yê ku ma ye jî avabikin.Em tenê na wê hemû gundî malê xwe ji nûve avabikin."