STENBOL - Ji xwendekarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya hat girtin, Brandon Istenes yê 7 meh berê ji eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê ji bo kurdî hîn bibe hat Stenbolê diyar kir ku, dê girtina enstîtuyê hînbûna wî ya kurdî pir asteng neke û got, ew ê hînbûna xwe ya kurdî bidomîne.
Xwendekarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya ji aliyê Wezareta Krên Navxweyî di çarçoevya 11'emîn madeya OHAL'ê de hat girtin, ragihandin ku ew ê di rêça mamosteyên xwe de bimeşin û ew ê li gor agahiyên hîn bûne, zimanê kurdî bêtir bi pêş ve bixin.
JI BO KURDÎ JI KALÎFORNIYAYÊ HAT STENBOLÊ
Brandon Istenes (25) ê ji bo zimanê kurdî hîn bibe 7 meh berê ji eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê hat Stenbolê got, ji ber ew heyranê zimanê kurdî û gelê kurd e, xwestiye zimanê kurdî hîn bibe. Brandon wiha got: "Li Enstîtuyê ders pir xweş bûn, hevalên me, mamosteyên me... Heke evqas nexweşbûna belkî ez wisa bi lez û bez hînî kurdî nebûnama." Brandon diyar kir ku, ew jiyana kurdan zaf meraq dike, dixwaze li bajarê kurdan bigere û got, zimanê kurdî ji bo wî bûye pêdiviyeke û diyar kir ku, perwerdehiya li enstîtuyê ji bo vê pêdviya wî bûye bersiv.
‘HEKE BIVÊ EZ Ê DERSA TAYBET WERGIRIM'
Brandon diyar kir ku, li gel îngilîzî û îspanyolî wî xwestiye kurdî jî hîn bibe û got, ew tu wateyê nadê ku li Tirkiyeyê çima tenê kurd vî zimanî dizanin. Brandon wiha domand: "Ev ziman li Tirkiyeyê zimanê gelheyeke zêde ye û ez fêm nakim çima evqasî ahtiye sînorkirin." Brandon ragihand ku, dê girtina entîtuyê li pêşberî hînbûna wî ay kurdî pir nebe asteng û diyar kir ku, heke bivê ew ê bi dersên taybet vê kêmaniya xwe temam bike û li bajarên kurdan bigere.
‘NIKARIN ME JI VÎ ZIMANÎ DÛR BIXIN'
Ji xwendekarên enstîtuyê Recep Bulut ê di heman demê de xwendekarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê ye jî wiha got: "Piştî girtinê baweriya min a bi vî zimanî xurtir bû. Ez vî zimanî di dilê xwe dijîm. Ez ê her fêr bibim û rêbazên pêşvebirina ziman bi pêş bixim."
'HER DER QADA PERWERDEHIYÊ YE'
Bulut diyar kir ku, ew ê di meha Sibatê de dest serdema xwe ya nû ya perwerdehiyê bikin û wiha axivî: "Bi rastî jî xebatên enstîtuyê yên ji bo ziman biqîmet bûn. Ji bo me jî, di warê hînbûna kurdî û pêşvebirina wê de jî qadeke zaf girîng bû. Lê belê, girtina vê saziyê nayê watey em ê dev ji vî zimanî berdin û hîn nebin. Ji bo me her qad, qada perwerdehiyê ye."
‘EM Ê DESTÛRA TUNEKIRINA KURDÎ NEDIN'
Hunermenda kurd Berfîn Demîr (32) a li gel dengbêjiyê di warê zimanê kurdî de jî xebatan dike got, ew ê tu carî destûra girtina enstîtuyê û bêerkirina wê nedin. Demîr wiha domand: "Ew çi qas bixwazin vî zimanî tune bikin jî, lê dê hin ji me bi stranên xwe, hin ji me bi berhemên xwe xwedî li vê çandê û zimanî derkeve. Em ê qethiyen destûra tunekirina vî zimanî nedin." Demîr ragihand ku, xeyala wê ew e ku li ser dîrok û zimanê kurdî pirtûkekê binivîse û diyar kir ku, dê ev xeyala wê her hebe û dê pêk bê. Demîr got, îro li her derî girtin pêk tên û wiha domand: "Yên vê enstîtuyê ava kirin, xeyala wan ew bû ku wê bigihînin van rojan. Em ê jî zimanê kurdî yê heta roja îro hatiye her bi pêş ve bixin."
Asya İnedi - dîhaber