MÊRSÎN - Serokê Şaxa DÎSK'a Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku, wan bihîstiye ku der barê nêzî 500 karkerên li Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm tayînê wê hat kirin vekolîn hatiye destpêkirin û wiha got: "Tê diyarkirin ku dê li şûna kesên mafên wan ê kar tê fesixkirin, AKP'yî bên bicihkirin."
Qaymeqam Hamdî Bîlge yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, karkeran ji kar derdixe. Roja hat tayînkirin, peymana 11 karkeran nû nekir û hat derpêşkirin ku, der barê 500 karkerî de vekolîn daye destpêkirin. Tê diyarkirin ku, li şûna kesên ji kar tên derxistin, kesên ji aliyê AKP'ya Mêrsînê û navçeyên wê tên diyarkirin, tên bicihkirin. Serokê Şaxa DÎSK'a Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku, ev gotegot mirovan nerihet dikin û got, ew ê mafê karkeran biparêzin. Dest nîşan kir ku, li desteya serokên Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) qeyûm wek îpotekkirina vîna gel hatiye nirxandin û wiha got: "Qeyûm, kelepçekirina vîna gel e."
‘DIVÊ KARKER ESAS BÊN GIRTIN'
Goksoy diyar kir ku, ew li pêşeroja karker û kedkaran difikirin û wiha axivî: "Karkerên me hem xebatkarên şaredariyê ne, hem jî endamên sendîkaya me ne. Nêzî 800 karkerên taşeronî hene. Ji sedî 90 jê bi rêxistin in. Bi hinekan jê re Peymana Karê Giştî (TÎS) hatiye çêkirin. Lê belê ji ber pergal pergaleke biîhale ye, wexta dema îhaleyê biqede divê peyman bê nûkirin. Karker bi fikar in. 11 xebatkarên di kadroya karmendiyê de dixebitîn, dema peymana wan qediya. Lê belê ev peyman ji aliyê qeyûmê ve nehat nûkirin. Lê belê dema qanûn bi awayekî huqûqî têkevin dewrê dê ev karker vegerin ser karên xwe. Lê, belê heman tengasî li cem karkerên taşeronî jî heye. A rast em bifkare ne. Karker nizanin, heke îhale biqede dê vegerin ser karê xwe yan na. Nizanin dê îhaleya nû bê kirin an na. Karker bi şik û guman in ku, gelo dê bi awayekî yek alî bê fesixkirin an na. Fikra, dê qeyûm ber bi kadrobûyîneke AKP'yî ve biçe û dê karkeran ji kar derxîne. Heta niha rewşeke wisa li cem me xwe nedaye der. Lê belê, çi dibe bila bibe, kî dibe bila bibe divê karker esas bên girtin. Qeyûm an yekî din, ferq nake."
Goksoy dest nîşan kir ku, bi tayînkirina qeyûm re serlêdanên kar zêde bûne û wiha domand: "Piştî qeyûm hat, her kes wî wek AKP dizane. Ji ber vê bi awayekî zêde AKP'yî serlêdanên kar dikin. Birêvebirina qeyûmê wek firsendê dibînin, hewldaneke ku dê karkeran ji kar derxînin û AKP'yiyan li şûna wan bi cih bikin heye. Yên pêşiya vê vedikin jî siyasş bi xwe ne. Ji ber vê bi tayînkirina qeyûm re, serlêdanên kar zêde bûn. Ev ne tiştekî însanî ye ku, mirov derxistina kesekî ay kar wek firsendê bibîne. Divê mirov li çareseriya bêkarîtiya civakiyî bifikire. Hêvîdar im, şaşiyeke wisa neyê kirin. Em ê heta dawî amfên karkerên xwe biparêzin û bitêkoşin."