Zarok çavên wan li riya dayika wan a girtîgehê mezin dibin

AMED - Du sebiyên Endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Turkan Uzan Avşîn a girtî, bi hêviya azadbûna dayika xwe çav li riya dayika xwe mezin dibin. Hevjînê Avşîn Mehmet Avşîn ku di nava mercên zehmet de li zarokên xwe dinere anî ziman ku ew êdî nikare zarokên xwe bixapîne û wiha got: "Em wekî di girtîgeha nîv vekirî de dijîn."

Endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîra Amedê Turkan Uzan Avşîn, di 21 Çileya 2016’an de bi hinceta îlankirina rêveberiya xweser hatibû binçavkirin. Avşîn piştî binçavkirinê derket pêşberî dadgehê û ji ber îlankirina rêveberiya xweser tehliye bû. Lê ji ber cezayek din hat girtin. Avşîn bi sebiyên xwe ya 18 mehî Egît û Jîr Robîn ê 3 salî şandin girtîgeha tîpa E ya Amedê. Di 6 Adara 2016’an 6 girtiyên siyasî ji girtîheha tîpa D ya Amedê fîrar kirin û piştre Avşîn bi gelek girtiyên siyasî re sirgûnê girtîgeha jinan a Gebze kirin.

HER DÛ ZAROKÊN AVŞÎN JÎ 5 MEHAN GIRTÎ MAN

Bi girtin û sirgûn kirina Avşîn re ji bo malbata wî ji rojên nexweş û zahmet destpê kir. Di şert û mercên girtîgehan de yên giran Avşîn bi mehan her dû sebiyên xwe domand. Piştî Avşîn hat sirgûnkirin kurê wî Jîr Robîn ji ber şert û mercên girtîgehê neçar ma û ji girtîgehê hat derxistin. Sebiyê biçûk Egît jî piştî 5 mehan ji ber neyîniya psîkolojîk ji girtîgehê hat derxistin.

Dayik Avşîn salek girtîgehê de derbas kir û vê demê de Jîr Robîn ket 3 saliya xwe, Egît jî sala 2’an li pey xwe hêla. Bav Avşîn jî nava zor û zehmetiyan de her dû zarokên xwe re jiyana xwe derbas dike. Bav Avşîn jî 9 salan girtîgehê de derbas kiriye û rewşa ku niha dijî wekî girtîgeha vekirî dinirxîne. Bav Avşîn da zanîn ku ew ji her dû zarokên xwe dayik û bav e.

Bav Avşîn hê hevsara wî ne hatî girtin esnaf bû û ji bo ku bikare sebiyên xwe binêre neçar ma û dest ji kar berdaye. Piştî demekê pirsgirêkên maddî di Şaredariya Yenîşehîr’ê de dest bi karê mifirditiyê (bekçî) dike. Avşîn sebiyên xwe dinivîne û diçû kar, hê sebiyên wî hişyar ne bûyî ji kar vedigeriya. Lê piştî şaredarî bi riya qeyumê hat desteserkirin, Avşîn jî ji kar tê derxistin. Avşîn da zanîn ku sebiyên wî mehê 3 rojan di girtîgehê de bi dayika xwe re diman û piştî ew ji kar hat derxistin nikarin herin hevdîtina girtîgehê jî.

‘SEBÎ BI MEZIN BÛNÊ RE PIRSYARÎ DIKIN’

Bav Avşîn ji bo pêşeroja sebiyên xwe bi gûman e û got ku ew bi gotina “Dayika xwe dixebite” sebiyên xwe dixapîne. Avşîn bi lêv kir ku sebiyên wî bi mezin bûnê re pirsyariya dayika xwe dikin û wiha destpê vegotinê kir: “Jîr Robîn diçe zarokxaneyê. Lê dema diçe zarokxaneyê, dibîne ku dayikên zarokên din wan dibe zarokxaneyê xirabtir dibe. Dema êvare vedigere malê pirsa “Çima dayika min bi min re nayê?” dike. Egît jî dema balafiran dibîne dixwaze here cem dayika xwe.”

‘EM JÎ DI GIRTÎGEHÊ DE NE’

Avşîn anî ziman ku ew gelek caran ji bo hevsera wî derbasê girtîgehên li heremê bide serî lêdane û axaftina xwe wiha domand: “Serlêdanên me vale derket. Dive hevsera min azad bibe an jî cezaya girtina malê de bê dayîn. Ji ber ku hevsera min girtiye lê sebiyên min cezayê dikêşin. Em jî di girtîgeha vekirî de ne. Ez êdî nikarim zarokên xwe bixapînim.”