Prof. Dr.Akdeniz: Ne bawerim li tu welatî evqas civaka medyayî tê astengkirin

STENBOL - Prof. Dr. Yaman Akdeniz ê bi xebatên xwe yên mafên sîberê û huqûqa înternetê tê nasîn, kontrolkirina platformên medyaya civakê yên ku îcraatên îktîdarê li ser tên rexnekirin wiha nirxand: "Ne bawer im li welatekî din civaka medyayî evqas rastî çewisandin û pêkûtiyan tê."

Piştî, rojnameger Omer Çelîk, Metîn Yoksû, Tûnca Ogreten, mahîr Kanaat, Derya Okatan û Eray Sargin ên bi hinceta nûçeyên têkildarî "RedHack"ê hatin binçavkirin û ev 18 roje tên ragirtin, careke din azadiya civaka medyayî û çapemeniyê ket rojevê. Hîndekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Prof. Dr. Yaman Akdenîz çewisandinên li ser medyaya civakî nirxandin.

‘FAMKIRIN NE PÊKAN E'

Akdenîz dest nîşan kir ku, ew tu wateyê nade ku, ji bo çi rojnamgerên der barê îcraatên Redhackê nûçe çêkirine bi "endatiya rêxistinê" tên atwanbarkirin û wiha domand: "Rojnamger Tunca Ogreten ji nêz ve nas dikim. Ne mumkun e ku bi RedHack û an jî bi 'rêxistineke terorî' yên din têkiliya wî hebe. Tunca, tenê maîlên ji aliyê RedHackê hatin parvekirin, têkildarî meseleyên ku raya giştî eleqedar dikin hin nûçe çêkirin. Ev gotinên min ji bo rojnagerên din ên hatine binçavkirin jî derbasdar in."

‘WELATEKÎ DIN NIZANIM'

Akdeniz dest nîşan kir ku, êdî nêrînên muxalif û rexnekirin îcraatên şktîdarê li platformên civaka medyayî tên kirin û wiha got: "Ji ber vê tenê platformên civaka medyayî û înternetê yên nektine bin kontrolê mane. Ne bawer im li welatekî din civaka medyayî evqas rastî çewisandin û pêkûtiyan tê. Ji xwe di xebatên ji aliyê rêxistinên çapemeniya navnetewî de tên kirin, her diçe em di rêzên binî de cih digirin. Freedom House jî êdî ji aliyê înternetê ve Tirkiyeyê di nav 'welatên ne azad' de dinirxîne."

Akdeniz wiha domand: “Helbet dê ev heta dawî neyê domandin û em rastî çewisandinên ku li civakên demokratîk tune tên. A rast, li Tirkiyeyê ev sansur ne tiştekî nû ye, di demên asayî de jî her çewisandin hebûn, lê belê piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê her çû çewisandin û pêkûtî zêde bûn û me dît ku di dema OHAL'ê de jî xwe gihandin lûtkeyê û em hîn jî raçav dikin."

‘TWİTTER Û FACEBOOK BÊDENG DIMÎNIN'

Akdeniz wiha got: “Lê belê, di demên dawî de, bi taybetî jî piştî êrîşên terorî di serî de platformên civaka medyayî, leza hemû înternetê hatiye daxistin an jî platformên wek Twitterê her çi qas bi awayekî topyekûn nehatibin astengkirin jî, lê têketina wan pir zahmet e. Li gel vê em raçav dikin ku, serwîsên wek VPN'ê jî tên astengkirin. Yanî tê raçavkirin ku, di stratejiya kontrolkirina înternetê de ber bi guherînekê ve tê çûyîn. Bi taybetî platformên wek Twitter û Facebook ê bêdeng dimînin û heke ev bêdengiya wan wisa bidome dê bersiva van pirsa tune be. Çimkî li hemberî astengkirina malperên xwe bêdeng dimînin."