'Li Sîlîvriyê sepandinên li Îmraliyê di dewrê de ne'

STENBOL - Hevserokê TUAD'ê Arîf Yilmaz ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê hat tehliyekirin diyar kir ku, îşkence û sewqên bi kêfî zaf zêde ne û got, bi taybetî jî li Sîlîvriyê ya Hejmar 9'an sepandinên li Îmraliyê ketine dewrê.

Piştî Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtiyan Re (TUAD) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a di meha Mijdara 2016'an de hat derxistin hat girtin, hevserokê wê Arîf Yilmaz jî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Hejmar 5'an a Sîlîvriyeyê. Yilmaz ê nêzî mehekê girtî me, hat tehliyekirin. Yilmaz balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin.

'GIRTÎ RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ TÊN'

Yilmaz dest nîşan kir ku, bidawîbûna "pêvajoya çareserî"yê li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got: "Li dijî girtiyan konsepteke êrîşan a nû xistin dewrê. Hema bêje bi her rêbazî êrîş dikin. Mînak, di dema sirgûnan de bi awayekî zêde binpêkirinên mafan pêk tên. Dema hevalan ji zindanekê dibin zindaneke din, rastî lêgerîna tazî tên. Heke girtî lêgerîna tazî qebûl neke rastî îşkenceyê, lêdanê tên. Bêyî îstina, ev sepandin li her girtîgehê hene. Ji xwe ji ber girtî lêgerîna tazî wek nêzîkatiyeke bêrûmetiyê dibînin qebûl nakin, red dikin. Ew jî di lêgerîna tazî de israr dikin û a rast bi vê re zemîne îşkenceyê tê amadekirin."

‘GIRTIYEK ÇEND CARAN TÊ SIRGÛNKIRIN'

Yilmaz anî ziman ku, di pêvajoya dawîî de di nav 5-6 mehan de girtiyek gelek caran tê sirgûnkirin û wiha axivî: "Bi sedan, bi hezaran kesên 2-3 caran hatine sirgûnkirin hene. Dewlet nizane, dê girtiyên siyasî bibe kuderê, veghuhezîne kuderê, têxe kuderê. Mînak, kesekî ji Kirikkaleyê sirgûnî Tekîrdagê dike, paşê wî ji Tekîrdagê sirgûnî Bandirmayê dike. Yanî bi awayekî zêde sirgûn hene. Di pêvajoyeke 5-6 mehî de girtiyên 3-4 caran rastî sirgûnan tên hene. Di dema van sirgûnan bi awayekî giran tên derbkirin, tên îşkencekirin." Yilmaz balê kişand ser binpêkirinên din û wiha got: "Berê hevdîtina vekirî mehê carekê bû, niha kirine du mehên carekê. Hevdîtina telefonan 2 hefteyên carekê tê kirin. Berê qada hevpar hebû. Ev mafek e, lê li gelek girtîgehan ev nayê sepandin. Ji hevdîtinên bi malbatan heta mafên pêwedniyê, name hemû hatine desteserkirin. Dîsa rojname, kovar nayên dayîn û pirtûk jî bi awayekî sînorkirî tên dayîn. Yanî bi her awayî sepandinên kêfî tên kirin."

LI SÎLÎVRIYEYÊ SEPANDINÊN LI ÎMRALIYÊ

Yilmaz anî ziman ku, li Girtîgeha Hejmar 9'an a Sîlîvriyeyê sepandineke zaf taybet heye û got, girtîgeha di terha Tîpa F'yê de hatiye çêkirin û hucreyên du kesî, sê kesî hene. Yilmaz anî ziman ku, li Girtîgeha Hejmar 9'an a Slîvriyeyê hevdîtinên bi parêzeran re jî tên sînordarkirin û wiha got: "Li girtîgeheke din, heke şertên hevdîtina bi girtiyekî re heta 12 şevê be, ev tevî hikumxwaran di nav saetên mesaiyê de tê kirin. Lê li Hejmar 9 a Sîlîvriyeyê ev ne wiha ye. Li wir çawa roja hevdîtin û saeta wê ya bi malbatê re hebe, ji bo parêzeran re jî heman sepandin xistine dewrê. A rast ev piştî Çetîn Arkaş û Nasrûllah Kûran ên ji Îmraliyê anîn ket dewrê. A rast wê sepandina taybet a li Îmraliyê, li Girtîgeha Hejmar 9'an a Sîlîvriyeyê jî di şexsê van hevaln de tê sepandin. Paşê li ser hemû girtiyan siyasî xistin dewrê."

Yilmaz bi bîr xist ku, li girtîgeha lê dima gelek girtiyên nexweş hene û dest nîşan kir ku, dema ew li wir bû rojekê jî girtiyên nexweş dernexitine revşrê û etdawiya wan nehatiye kirin.