Di navbera bîlançoya Sûrê ya Serfermandarî û Emniyetê de bi qasî çiyayekî ferq heye!

AMED - Muduriyeta Polîsan a Amedê têkildarî encamên qedexeya derketinên derve yên di navebra 2015-2016'an de li navçeyên Sûr, Farqîn û Rezanê hatin îlankirin de nivîsek ji dadgehê re şand. Di navbera bîlançoya vê nivîsê de û daneyên ku Serfermandarî ragihandibûn de derket holê ku bi qasî çiayeyekî ferq heye.

Li navçeya Sûrê ya Amedê, di 21'ê Sibata 2016'an de M.Ş.A û M.S.A. ji navçeyê derketibûn û di dîmenên mîzansenî yên bi zorê fîgurantî bi wan hatibû kirin serwîsî çapemeniyê hatibûn kirin. M.Ş.A. û M.S.A. yên der barê wan de doz hat vekirin û ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve tên darizandin, heman dadgeh têkildarî dozê ji Walîtiya Amedê daxwaza hejmara windahiyan, hejmara polîs û leşkerên beşdarî operasyonan bûne, çend hendek û barîkat hatine rakirin, çi qas çek û teqemenî bi dest ketine, çend kes hatine girtin, çend kes hatin koçberkirin, xesara madî çi qas e û hwd. kiribû. Li ser navê walîtiyê, Muduriyeta Polîsan a Amedê, têkildarî encamên operasyonên di dema "qedexeya derketina derve" yên di navbera salên 2015-2016'an de li navçeyên Sûr, Farqîn û Rezanê hatin destpêkirin, agahî dan dadgehê.

ROJÊ 800 LEŞKER Û POLÎS DI PEVÇÛNÊN LI SÛRÊ DE CIH GIRTINE

Di nivîsê de hat bibîrxistin ku, li 15 taxên navçeya Sûrê di navbera 06-07'ê Îlonê, 13-14'ê Îlonê, 10-13'ê Cotmehê, 02'yê Kanûna 2015'an û 12'ê Adara 2016'an de 4 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û hat diyarkirin ku, li navçeyê bi giştî 106 rojan "qedexeya derketina derve" dewam kiriye û niha li hin taxan bi awayekî qismî qedexe didome. Di nivîsê de hat diyarkirin ku, ji Muduriyeta Şaxa Têkoşîna Terorê û Muduriyeta Şaxa Polîsên Taybet rojê 290-300 polîs li Sûrê, li herêmên pevçûnê hatine peywirdarkirin. Hat destnîşankirin ku, 17 yekîneyên leşkerî yên ji 1350 leşkerên xwedî perwerdehiyeke taybet pêk dihatin sewqî herêma operasyonê hatine kirin û li herêma operasyonê rojê 450-500 leşker beşdarî operasyonê bûne. Her wiha nehat diyarkirin ku, bê çend cerdevan beşdarî operasyonê bûne.

LI GOR MUDURIYETA POLÎSAN LI SÛRÊ 64 YPS'YÎ, 66 LEŞKER, POLÎS Û CERDEVAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Di nivîsê de hat diyarkirin ku, li Sûrê di operasyonên ji 6'ê Îlona 2015'an heta Adara 2016'an de 64 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane û 17 jê birîndar 67 kes ên wek "mensûbên rêxistinê" tên îdiakirin jî teslîm bûne. Hat destnîşan kirin ku, di pevçûnên li navçeyê de 12 polîs, 53 leşker û cerdevanekî jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihand ku, di operasyonan de 158 polîs, 388 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku, li herêma operasyonê 7 wesayîtên aîdî Muduriyeta Polîsan a Amedê hatine texrîbkirin, lê nehat diyarkirin ku, çend wesayîtên aîdî leşkeran hatine texrîbkirin. Her wiha nehat diyarkirin ku, di operasyonê de çend helîkopter, tank û çekên giran hatine bikaranîn. Di nivîsê de nehat diyarkirin ku, ji ber pevçûnan çend sivîlî jiyana xwe ji dest daye.

JIN Û ZAROK 'MENSÛBÊN RÊXISTINÊ' HATIN HESIBANDIN

Hat diyarkirin ku, di nav 67 kesên wek “mensûbên rêxistinê" û teslîm bûne hatin derpêşkirin de, 10 zarokên ku temenê wan ji 12 salan biçûktir cih digirin û ev zarok teslîmî Saziya Hêvişandina Zarokan û Xizmetên Civakiyî (SHÇEK) hatine kirin. Di nivîsê de sivîlên jin û zarok jî di nav de, ji navçeyê hatin tehliyekirin wek "mensûbên rêxistinê" hatin nîşandan. Di nivîsê de tê îdiakirin ku, ji Îlona 2015'an ve di dema qedexeyan de 357 kes çn alîkariya YPS'ê kirine û hin ji wan endamê YPS'ê ne hatine girtin û ji vana 75 kes jê hatine girtin. Di nivîsê de hat diyarkirin ku, li navçeya operasyon lê didomin 20 hezar û 495 kes terka malên xwe kirine û hat ragihandin ku, li taxên qedexe bi dawî bûne jî 2 hezar û 780 welatî vegeriyane malên xwe. Di nivîsê de nehat diyarkirin ku bê xesara navçeyê çiqas e.

DANEYÊN SERFERMANDARIYÊ 4 QATAN JI YÊN MUDURIYETA POLÎSAN ZÊDETIR IN

Li Sûrê, qedeya ku ji 2'yê Kanûna 2015'an heta meha Adarê bênavber oprasyon lê domiyan, bi giştî 17 tabûr leşker teqwiyeyî navçeyê hatin kirin. Serfermandarî di 10'ê Adarê di malpera xwe de daxuyandibû ku, li navçeyê operasyon bi dawî bûne û îdia kiribû ku, di operasyonan de 279 endamên YPS'ê "bêbandor" hatine kirin. Muduriyeta Polîsan a Amedê jî diyar kiribû ku, di pevçûnan de 64 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane, ji 357 kesên hatin zevt kirin 75 jê hatine girtin.


Di pevçûnên li navçeya Sûrê de li gel leşker, polîs û YPS'yiyan jin û zarok jî di nav de gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dabû. Li gor daneyên MEYA-DER'ê, li navçeyê sivîl jî di nav de herî kêm 62 cenaze hatine derxistin. Li bajêr, di protetsoyên ji bo Sûrê de jî herî kêm 11 kes hatin qetilkirin.