AMED - Nivîskar û rewşenbîrên kurd destnîşan kirin pêwîste kurd li ser hişmendiyek neteweyî kom bibin û kurd vê firsenda dîrokî ya yekîtiya kurdan ji dest bernedin.
Di vê pêvajoya yekîtiya kurdan tê niqaşkirin de nivîskarên kurd ji bo yekîtiya kurdan ji dîhaberê re axivîn. Nivîskaran banga yekîtiyê li her çar parçeyên Kurdistanê kir û xwestin kurd li dijî fesadiyê bibin yek.
‘JI BO YEKÎTIYÊ FIRSENDEK HEYE’
Nivîskar Îrfan Babaoglu, destnîşan kir ku kurd di dîrokê de yekem car firsendekê bi dest dixin û wiha got: "Şert û mercên niha yên kurdan ne yên sedsala 20’emîn in ku yekîtî pêk neye." Babaoglu diyar kir ku hemû hêzên derve û desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe dixwazin teşeyek nû li Rohilata Navîn û Kurdistanê pêk bînin û got ku zanyarî û rêxistinbûna kurdan a li her çar parçeyan firsendek dîrokî ji bo kongreya netewî dide der. Babaoglu anî ziman ku pêwîste di çarçoveya firsenda dîrokî de hemû hêzên siyasî û civakî yên kurdan yekîtiya xwe li dar bixin û got ku ji ber neyarên kurdan vê firsenda dîrokî ya kurdan dibînin naxwazin yekîtiya kurdan pêk bê û divê kurd bi zanebûn nêzî planên dewletên dagirker bibin.
‘TIRKIYE DIXWAZE KURDAN BÎNE HEMBER HEV’
Babaoglu destnîşan kir ku çûyîna Bînalî Yildirim a Hewlerê nîşaneya politikaya li dijî destkeftiyên kurdan e û got ku dewleta Tirkiyê naxwaze yekîtiya kurdan pêk bê. Babaoglu da zanîn çûyîna reydarên hikûmeta Tirkiyê ya başûrê Kurdistanê dixwazin kurdan bînin hember hev û got ku pêwîste kurd û bi taybetî jî başûrê Kurdistanê ji van polîtîkayên şênber a Tirkiyê haydar bin. Babaoglu ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ya kurd banga lezgînî li hemû pêkhatiyên Kurdistanê kir û got ku beriya her tiştî yekîtiya kurdan ferz e.
‘DIVÊ HIŞMENDIYEK NETEWEYÎ HEBE’
Nivîskar Rênas Jiyan jî bi lêv kir ku kurd beriya yekîtiya xwe ava bikin di nav kurdan pêwîstî bi hişmendiyekî netewî heye û wiha got: “Avakirina hişmendiyek neteweyî di heman demê de bi xwe re yekîtiya kurdan jî dê pêkê bîne. Ji ber ku hişmendiya dîrokî û ya neteweyî ya kurdan li pêş neketiye, yekîtiya kurdan zehmetir dike. Kengê ew hişmendiya dîrokî, zanînî û ew kûrbûn pêk hat, wê çaxê wê ji ber xwe ve yekîtiya kurdan pêk bê. Gotina yekîti avakirin xweş e, lê çima pêk wê demê pêk nayê.” Jiyan destnîşan kir ku ji faktorên derveyî û hûndirîn wêdetir faktora herî mezin a li pêşiya yekîtiya kurdan feodalîtiye û got ku ji ber ku her kes bi hişmendiya feodalîteyê tevdigere ev hişmendî nahêle yekîtiya kurdan bê avakirin.
‘DIVÊ YEKÎTÎ BERIYA DÎPLOMASIYÊ BE’
Jiyan bal kişand ser çûyîna Bînalî Yildirim a Hewlerê û wiha got: “Herema Federel a Kurdistanê divê tenê ne li gel Tirkiyê li gel hemû dewletan xebatên dîplomasiyê bikin. Ev hevdîtin normal e. Lê gava ku meseleya me azadî, yekîtî û pêşeroja kurdan be mirov dîplomasiyê bi awayekî din bikar bîne tê maneya tiştek din. Divê ku ev dîplomasî kêrî azadiyê bê.”
‘LAZIM E HEMÛ TEVGER BÊN CEM HEV’
Nîvîskar Azad Zal diyar kir ku ji welatek kurdan heye divê yekîtiya kurdan di serê her kurdekî de hebe û got ku dema kurd xwedî hişmendiyek yekîtîbin dê pirsgirêka netewbûna kurdan bê çareserkirin. Zal destnîşan kir ku niha dem dema yekîtiya kurdan e û wiha got: "Niha hemû peymanên di sedsala 20'emîn de ku hatibûn çêkirin, hemû bi dawî dibin û niha şerek cîhanê yê sêyemîn di rojevê de ye. Ev şer jî wê nexşeyan biguherîne. Teqez di nav nexşeyan de jî cihê Kurdistanê heye. Divê kurd di mêjî de bibin yek û hemû partî û tevgerên kurdan ji hev re hûrmetê bikin. Lazim e ku hemû tevgerên kurd di kongreya neteweya kurd de bên cem hev û yekîtiya xwe ava bikin."
‘DIVÊ HEYA KURDAN JI FESADIYÊ HEBE’
Zal çûyîna Serokwezîr Bînalî Yildirim a başûrê Kurdistanê wek “fesadî” bi nav kir û got ku divê siyasetek û seknek Kurdistanê ya li dijî siyaseta dewletan û Enqerê hebe. Zal da zanîn ku dewletên desthilatdar dixwazin wek sedsala 20’emîn carek din kurdan ji hev parçe bikin û got ku divê kurd tev bi hev re berî xwe bidin neyarê xwe û siyaseta yekîtiya xwe bikin yek. Zal bang li hemû tevger û partiyên siyasî yên kurd kir ku ji bo kongreya neteweyî bên cem hev û xwest ku demildest kognreyeya neteweyî ya kurd ji rojeva kurdan nekeve.
Bîlal Guldem - dîhaber