52 gorên bêkes

ERZIROM - 52 cenazeyên aîdî kesên li Geverê jiyana xwe ji dest dan û li Erziromê li goristana bêkesan hatin definkirin, ev nêzî salekê ye li benda wergirtinê ne.

52 cenazeyên aîdî endamên YPS û YPS-JIN'ê yên li Gevera Colemêrgê piştî qedexeya derketina derve ya di 12'ê Adata 2016'an de hat îlankirin û di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, ev nêzî salekê ye li goristana bêkesan li benda wergirtinê ne. 52 cenazeyên hat diyarkirin ji bo otopsiyê ew anîne Erziromê û paşê hatine definkirin, nayê zanîn aîdî kê ne.

52 GORISTAN DI NAV HEV DE NE

Piştî karên otopsiyê, di belgeya di navbera Saziya Tiba Edlî ya Erziromê û rayedarên Muduriyeta Gorên Şaredariya Bajarê Mezin de hatibû îmzekirin de hejmar û cihê definkirina cenazeyan hatibû tevlîhevkirin û li gel malbatan nimûneya DNA'yê daye jî cenaze radestî wan nayên kirin. 52 cenazeyê di dîrokên cuda de hatin definkirin, li beşeke Goristana Abdurrahman Gazî ya li dûrî navenda bajêr e hatien definkirin. Li goristan ku bi hezaran cenaze lê hatine definkirin, 52 gorên "bêkes" di nav hev de ne.

TENÊ HEJMAR

Ji ber berfa ku heta çongekê ketiye, ji gorên li kêleka hev in û ji yekê heta 52 dudoyan hatine nîşankirin, tenê gorên bi hejmara 52 û 21'ê tên xuyakirin. 52 cenazeyên li goristana li ser girekî hatine definkirin, li benda wergirtinê ne.