Xwendekar: Em ne hewceyî dîwarên zanîngehê ne

ÎZMÎR - Xwendekarên Zanîngeha Egeyê diyar kirin ku, ew li cem mamosteyên xwe yên bi KHK'yan hatin îxrackirin ne û gotin, ji bo ew ji mamosteyên xwe dersê werbigirin ne hewceyê dîwarên zanîngehê ne.

Di çarçoeveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya dawî de, ji Zanîngeha Egeyê 9 akademîsyen hatin îxrackirin. Hemû akademîsyenên hatin îxrackirin berê belavoka "Em ê nebin hevparê vî sûcî" îmze kiribûn. Xwendekarên van akademîsyenan li dijî îxrackirina mamsoteyên xwe bertek nîşan dan. Xwendekaran diyar kir ku, ew ê her li gel mamosteyên xwe bin û dê bin, ders bi dîwarên zanîngehê nayên sînorkirin û ew ê bi "Akademiyên Piştevaniyê" têkoşîna xwe xurtir bikin.

‘JI MAMSOTEYÊ XWE HÎNÎ BERPIRISYARIYA JIYANÊ BÛM'

Xwendekarê Lîsansa Bilind ê Beşa Felsefeyê yê Zanîngeha Egeyê Huseyin Çagri Kizici got, çi dibe bila bibe ew ê li cem mamosteyên xwe bin. Kizici diyar kir ku, bi îxrackirina mamosteyên wan ew jî hatine cezakirin û wiha axivî: "Ji mamosteyên xw etenê hînî felsefeyê nebûm. Li hemberî jiyanê hînî berpirsiyariyê bûm." Kizici got, her tişt bi awayekî lez û bez xerab dibe û wiha axivî: "Li zanşngehan qadên jiyanê ya yeko yeko hatin kesîdeyîkirin an jî hatin girtin. Û dema ji 3 kesan bêtir mirov rûdinê, ewlehiya taybet li dora me diçe û tê. Ne hewceyî bi awayekî yekser tiştek bê kirin, fikirîne me tenê ji bo cezakirinê bes e."

‘BERIYA OHAL'Ê JÎ ÇEWISANDIN HEBÛN'

Xwendekarê pola dawîn yê Beşa Felsefeyê Mertcan Sari, diyar kir ku ew ji mamosteyê xwe tenê hînî felsefeyê nebûne, hînî jiyanê bûne û wiha got: "Mamosteyên me ewil têgeha 'aştiyê' hînî me kirin. Hînî me kirin ku, kesên aştiyane civakê pêk tînin. Ji ber vê, naxwazin em bibin civak û li her qadê şerek serdest e." Sari dest nîşan kir ku, beriya OHAL'ê jî polîtîkayên çewisandinê hebûn û wiha got: "Heta Hevserokên HDP'ê jî girt. Ji ber vê ev kar tenê bi akademiyê nesînorkirî ye. Yan jî lingê wê yî herî girîng ne akademî ye."

‘ZANÎNGEH DI NAV KAOSÊ DE YE'

Sari got, piştî mamosteyên wna hatine îxrackirin Zanîngeha Egeyê hem di warê rêveebriyê de hem jî di warê derûnî de di nav kaosekê de ye û wiha axivî: "Mamosteya me Zerrîn Kurtoglu roja ku ezmûna wê hebû hat îxarckirin û ezmûn nehatin kirin. Li gel vê di nav vê hefteyê de, ezmûna mamosteya me Nilgun Tokerê jî hebû, lê belê em nizanin dê çi bibe." Sari dest nîşan kir ku, îxrackirina mamosteyan ew xemgîn dike û wiha domand: "Akademiyên piştevaniyê hatin avakirin. Wê hîn jî bên avakirin. Ji bo mamosteyên me dersê bidin me, zanîngeh ne şert in, heke bivê em ê li kuçeyan, li parkan vê bikin. Em li gel mamosteyên xwe ne, em jî aştiyê dixwazin."