Sazbendên betal: Li cihekî xwîn lê birije, dê çawa dawet bên kirin?

MÊRDÎN- Domên li Nisêbînê yên li dawetan sazbendiyê dikin û bi vî awayî debara xwe dikin, piştî qedexeyan ji ber dawet êdî nayên kirin betal man. Ayten Engîn a ku pirsî, li cihekê xwîn lê birije dê çawa dawet bên kirin wiha got: "Em dixwazin li mala xwe ya serobero, bêyî kes daxilî me bibe bijîn."

Li Nisêbîna Mêrdînî, qedexeya derketina derve ya di 14'ê Adara 2016'an de hat îlankirin, di 25'ê Tîrmeha 2016'an de her çi qas bi awayekî qismî hat rakirin jî, li taxên wek Zeynelabîdîn, Kişla, Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê hem qedexe hem jî rûxandin didome. Li Nisêbîna ku hîn jî malbatan cenazeyên xwe wernegirtine û pirgirêka wan a hêwirandinê heye, domên ku tekane debara wan bi sazbendiyê ye jî ji ber vê bê betal mane. Li Taxa Îpekyolûyê domên ku ji 12 malbatan pêk tên diyar kirin ku, qedexe ji bo mexdûrkirinê hatin îlankirin.

TIRSA DÊ TEQÎN LI DAWETAN ÇÊBIBE HEYE

Hadat Engîn (27) ê ji 7 saliya xwe ve li ribabê dixe anî ziman ku, qedexe tu aramî li navçeya wan nehiştiye û got, di nav kavilên avahiyan de dê dawet neyên lêxistin. Engîn wiha got: "Li nisêbînê berê mirovan debara xwe dikir, kar pir bû me pere qezenc dikir. Lê niha kar qet tune ye, tirsa dê li dawetan teqîn pêk bên heye, hewesa tu kesî tune ye ku dawetan bikin. Yên dikin jî, li eywanan dikin. Em naxwazin li eywanan lê bixin."

'EM JIYANAKE BÊYÎ QEDEXE, LÊ AZAD DIXWAZIN'

Ferzan Ergîn (35) got, piştî rêya Ava Spî ya di navbera Nisêbîn û Midyadê ye hatiye girtin êdî li wir jî ew nikarin bixebitin û wiha axivî: "Êdî em jiyaneke bêyî qedexe, lê azad dixwazin. Em rojên berê ku mirov dikeniyan, dawet dihatin lêxistin dixwazin. Dawet ne dawet in, wek şînê ne. Mewlûdê didin, lê pîrozbahî tune ye."

'LI CIHEKÎ XWÎN LÊ BIRIJE, DÊ DAWET ÇAWA BÊN KIRIN?'

Ayten Engîn (48) a 18 sal e li Nisêbînê ye dest nîşan kir ku, ew cara ewil e ku serdemeke wisa zor û zehmet dibînin û dest nîşan kir ku, li cihekî xwîn lê birije dê dawet neyên lêxistin. Engîn wiha domand: "Em dixwazin li mala xwe ya serobero, bêyî kes daxilî me bibe bijîn. Debara me bi dawetan bû. Niha ji ber van bûyeran, mirov dawetan nakin. Li cihekî xwîn lê birije, dê dawet çawa bên kirin? Bes bila xwîn nerije, dawet çênebin jî dibe."