Dozên Amedê neqlî bajarên din, yên bajarên din jî neqlî Amedê dikin

AMED - Dadgeh, dozên parlementerên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan, bi hinceta "ewlehiyê" neqlî Amedê hatin kirin, lê dozên li Amedê jî bi hinceta "ewlehiya cemaweriyê" neqlî bajarên din kirin.

Di çarçoeveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve tê meşandin de, der barê parlementerên HDP'Ê yên Colemêrgê Nihat Akdogan, Selma Irmak û Abdullah Zeydan ên di 4-7'ê Mijdara 2016'an de hatin girtin de doz hatibû vekirin û ev doz bi hinceta "ewlehiyê" ji Colemêrgê neqlî Amedê hatibûn kirin. Her wiha dozên Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên girtî ku dê li Amedê bihatana dîtin jî, bi hinceta ewlehiyê tê xwestin ku neqlî bajarekî din bên kirin. Parlementerên HDP'ê Akdogan, Irmak û Zeydan ên ji ber dozên cuda girtî ne, îdianameyên wan ji aliyê 1'emîn û 2'yemîn dadgehên cezayên giran ên Colemêrgê ve hatibûn qebûlkirin û heman dadgehan bi hinceta Colemêrg ji aliyê ewlehiyê ve cihekî "hesas" e û anîna parlementeran dê "di warê ewlehiyê de bi rîsk be", ji bo neqilkirina dozan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê serî li Wezareta Dadê dabûn. Daîreya têkildar a Dadgeha Bilind, daxwaza dadgehan nirxandibû û bi hinceta ewlehiyê biryara dê doz ji Colemêrgê neqlî Amedê bên kirin dabû.

DOZÊN LI AMEDÊ JÎ NEQLÎ BAJARÊN DIN TÊN KIRIN

Dozên li Ameda ku ji ber ewlehiyê doz neqlî wê tên kirin jî, bi hinceta ewlehiyê ji bo neqlî bajarên din bên kirin serî li Wezareta Dadê hat dayîn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanaka ên di çarçoveya du lêpirsînên cuda ên li Amedê hatin meşandin û hatin girtin de, 8'emîn Dadgeha Cezayê îdianameya wan qebûl kir û her du doz kirin yek. Heman dadgeh jî bi hinceta ewlehiyê daxwaza neqilkirina dozan kir. Dadgeh di biryara ku di meha Kanûnê da de, îdia kiribû ku heke doz li Amedê bê dîtin, dê "ji bo ewlehiya cemaweriyê xetereyê bide der." Dadgeh ji bo doz ji Amedê neqlî bajarekî din bê kirin, ji bo ji Wezareta Dadê re bê şandin, nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şandibû. Lê hîn Dadgeha Bilind ji bo neqilkirina doza ku dê di 25'ê Çileyê de bê dîtin de biryara nedaye.

PARLEMENTERÊN NEQILKIRINA DOZÊN WAN TÊN XWESTIN BI :I TÊN TAWANBARKIRIN Û ÇI QAS CEZA JI WAN RE TÊ XWESTIN

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di 4'ê Mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û di 6'ê Mijdarê de jî hatibû girtin. Ji bo Tuncel a ku li Girtîgeha Sîlîvriyeyê tê ragirtin, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û 16 caran "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza heta 135 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, di 25'ê Cotmeha 2016'an hatibû binçavkirin û di 30'yê Cotmehê de hatibû girtin. Ji bo Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin bi îdiaya "Avakirin û birêvebirina rêxistinê", "Bi awayekî derqanûnî beşdarbûna civîn û meşan" û 41 carî "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza heta 230 sal cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. Dadgeha îdianameyên der barê Tuncel û Kişanakê de hatina amdekirin qebûl kir, biryara yekirina dozan dabû.

Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ê tevî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê tê ragirtin, bi îdiaya "Prpagandaya rêxistinê", "Pesindayîna sûc û sûcdar", "Birêvebirin û lidarxistina civîn, xwepêşandan û meşên derqanûnî" û "Endamtiya rêxistinê" bi daxwaza heta 20 salî cezayê girtîgehê doz lê hatibû vekirin.

Parlementera HDP'yê ya Colemêrgê Selma Irmak ya li Girtîgeha Sîlîvriyeyê tê ragirtin, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê", "Pesindayîna sûc û sûcdar", "Birêvebirin û lidarxistina civîn, xwepêşandan û meşên derqanûnî" û 18 caran "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza heta 105 sal cezayê girtîgehê doz lê hatibû vekirin.

Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan ê li Girtîgeha Sîlîvriyeyê tê ragirtin, "Endamtiya rêxistinê", "Pesindayîna sûc û sûcdar", "Birêvebirin û lidarxistina civîn, xwepêşandan û meşên derqanûnî" û 14 caran "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza heta 85 sal cezayê girtîgehê doz lê hatibû vekirin.