KOBANÊ -Endamê komîteya rêxistinbûyînê ya Federalîzma Sûriyeya Bakur Ferhat Dêrik wiha got: "Çareseriya krîza Sûriyeyê federasyon e. Divê em gelên bûne dijminê hev bînin gel hev. Ev jî bi federasyona demokratîk pêkan e."
Xebatên Federasyona Sûriyeya Bakur, bi bedarbûyîna hemû ernîk, baweriyên cuda didomin. Endamê komîtiya rêxistinbûyînê ya Federasyona Sûriyeya Bakur a di navbera 16-17'ê Adara 2016'an de li bajaroka Rimêlana bajarê Qamişloyê hat îlankirin, Ferhat Dêrik dest nîşan kir ku, dê pêşînûma di krîza Sûriyeyê de bibe xala werçerxê.
GEL BI FEDERASYONÊ TÊN GEL HEV
Dêrik got, di nav pêşnûmayê de hemû cudahî cih digirin û diyar kir ku, di nîqaşên dawî de wan nav guherandiye û wiha got: "Divê neyê fikirîn ku dê navê Rojavayê bimîne. Navê Sûriyeya Bakur, hem Rojavayê hem jî herêmên din di xwe de dihebîne. Li vê herêmê tenê kurd najîn. Di heman demê de ereb, tirkmen, suryanî, çerkez û gelek gelên din dijîn. Ji ber vê me ev nav wek navekî guncan dît." Dêrik anî ziman ku, xebatên ku wan wek "rêya sêyemîn" dest bi wan kiriye, hatine wê radeyê ku bandorê li Rojhilata Navîn bikin û wiha axivî: "Li dijî vê pergala ku em dixwazin wê bi pêş bixin gelek êrîş pêk hatin. Bi van êrîşan xwestin me bikşînin ser xeta rejîmê û komên îslamî. Lê me ji bo gelên xwe gavek jî bi pêş ve neavêt. Me bi xweseriya demokratîk dest bi pergala xwe kir. Niha jî em dixwazin bi federasyonê wê bi pêş bixin. Krîza Sûriyeyê di vir de ye. Divê em gelên li hemberî hev kirine dijmin, bînin gel hev. Ev jî bi federasyona demokratîk pêkan e. Destdirêjkirin, dikare me bîne gel hev. Niha li cihên hatine azadkirin ên wek Hol, Şedad, Sirrîn û Minbicê ev pêş dikeve. Wan bêtir ev pergal hembêz kir."
EM Ê TEVÎ REJÎMÊ ÇARESER BIKIN
Dêrik, wek sedema kûrbûna krîza Sûriyeyê rejîma Baasê berpirsiyar dibîne û anî ziman ku, rejîm xwedî pergaleke dîktatoriyê ye, li ser netewperestî û olparêziyê siyasetekê dimeşîne û ev rewş dibe sedema fikra tekparêziyê. Dêrik got, divê hikûmeta Şamê dev ji vê siyaseta xwe berde û wiha got: "Pergala em bi pêş dixin, ne yek alî ye. Ji ber vê, nêzîkbûyîna wan a ji bo pergala me dê bi xwe re geşedanên cuda yên polîtîk jî bîne. Ne ew û ne jî em bi tena serê xwe nikarin pirsgirêka Sûriyeyê bi temamî çareser bikin. Lê belê yekîtiyeke berfireh dikare bibe bersiv."
EM DI NAV SÎNORAN DE TEVNAGERIN
Dêrik anî ziman ku, hin kes wisa bawer dikin ku pergala ew bi pêş ve dixin tevlîhev e û çareseriyê nahilberîne û diyar kir ku, ENKS ketiye nav liv û tevgerên bi vî rengî û wiha domand: "Berkesê vê em Pêşnûmaya Federalîzma Demokratîk a Sûriyeya Bakur her diçe bi pêş ve diçin. Berê Rojava findek bû, niha bûye meşaleyek. Rojava pêşengiya vê dike. Ev pergal çareseriyeke berfireh di xwe de dihebîne. Em di nav hin sînorên diyarkirî de tevnagerin. Divê her kes vê wisa zanibe û bibîne."
Erdogan Altan-dîhaber