ÊLIH - Muhammed (8) ê ji ber nexweşîneke xwe ya ji dema welidînê ve wek mirovên extiyar dixuyê û biçûk tê xistin, nikare biçe dibistanê. Malbata wî, ji bo Muhammed li malê bê perwerdekirin li perwerdekarekî/e ku bikaribe bi kurdî-erebî dersê bide digere.
Malbata Abdulmecîd a 4 sal berê ji ber şer, ji Qamişloya Rojavayê derbasî Herêma Kurdistana Federal bû, ji bo tedawiya zarokê xwe Muhammed (8) ê ji ber nexweşîna progeria ya ji dema welidînê wek mirovên extiyar dixuyê, bikin, 8 meh berê berê xwe dan Êlihê. Dayika Şîrîn Abdulmecîd got, ew li Taxa Îluhê ya Êlihê bi cih bûne û ji ber rewşa wan î aborî, heta niha wan nikaribûye Muhammed li nexweşxaneyake tam teşekulî tedawî bikin.
Malbatê diyar kir ku, ji ber nexweşîna xwe Muhammed, ne dikare derkeve derve û ne jî biçe dibistanê. Ji ber vê malbat ji bo perwerdehiya bi erebî û kurdî bidin Muhammed li perwerdekarekî/ê digere. Malbata Abdulmecîd ragihand ku, xêrxwazek xwe gihandiye wan û gotiye heke perwerdekarekî bibînin, ew ê biakribe di warê madî de alîkariyê bike.
‘DI WARÊ TENDURISTIYÊ DE TU GEŞDAN TUNE NE'
Dayik Şîrîn Abdulmecîd got, daxwaza wan a herî mezin ew e ku tenduristiya Muhammed baş bibe û wiha got: "Ji bo tedawiyê dixwazim kurê xwe bibim Ewropayê. Heta niha gelek kesî alîkariya me kir. Lê belê, di warê tenduristiya Muhammed de tu geşedanek tune ye. dixwazim kurê xwe bibim nexweşxaneyeke baş. daxwaza me ya herî mezin başbûna tenduristiya Muhammed e."
‘JI BO MUHAMMED EM LI MAMOSTEYEKÎ/Ê DIGERIN'
Dayik Şîrîn ragihand ku, Muhammed berê li Rojavayê perwerdehiya medreseyê dîtiye û wiha got: "Ji ber şer ji neçarî dibistana wî nîvçe ma. Ji ber Muhammed li Êlihê di nav zarokan de biçûk tê xistin, ne dikare derkeve derve û ne jî dikare biçe dibistan. Ji ber vê yekê, kesekî li Stenbolê got, ji bo Muhammed li malê perwerdehiya xwe bidomîne ew ê karibe di warê madî de alîkariyê bike. Em jî niha li mamsoteyekî/ê digerin."
Muhammed jî dixwaze biçe Ewropayê, tenduristiya wî baş bibe û dibistana xwe bidomîne.
JI BO MUHAMMED KAMPANYAYÊ ALÎKARIYÊ DA DESTPÊKIRIN
Astronotê îngilîz Hussaîn Manawer ê dê di 2018'an de biçe fezayê hefteya çûyî tevî heyetkê serdana Muhammed kir û ji bo tnduristiya Muhammed baş bibe, hesabek vekir û kampanyay alîkariyê da destpêkirin.