ÎZMÎR - Li Îzmîrê, Nerîman Ay (61) a di salên 90'î de bi awayekî giran rastî îşkenceya polîsan hat û di dema vê îşkenceyê de guhê wê yê çepê ker bû diyar kir ku, 24 sal e feraseta dewletê qet neguheriye û got, dema wê li Silopiyayê bedena Dayika Taybetê ya bi rojan li nav kuçeyan hat hiştin dîtiye, dubare wan êşên 24 sal berê hîs kiriye.
Nerîman Ay (61) diyar kir ku, li Tirkiyeyê li dijî kurdan feraseta dewletê neguheriye û got, rûxandina li bajarên kurdan pêk tê û pêkûtiyên bi OHAL'Ê re xwe didin der, tu ferqa wan ji yên salên 90'î tune ye. Malbata Ay a di 1977'an de ji ber rewşa aborî ji navçeya Qaqizmana Qersê koçî Taxa Salhane ya Bayrakliya Îzmîrê dike, her 4 zarokên wê li Îzmîrê tên dinyayê. Ay diyar kir ku, piştî vejîna tevgera Azadiyê ya Kurd li Îzmîrê jî li dijî kurdan pêkûtî û çewisandin zêde bûne û got, li bajêr di encama pêkûtî û çewisandinên dewletê wekî bi hezaran ciwançn kurd, keça wê Saray Ay jî tevlî nav refên PKK'ê bûye û anî ziman ku, piştî keça wê tevlî PKK'ê dibe jiyanê li wan dikin dojeh.
'MIN JI ZAROKÊN XWE RE JINAYEKE BI RÛMET HIŞT'
Ay diyar kir ku, di navbera êşên ku wê jiyaye û yên niha de tu feqr tune ye û anî ziman ku, 24 salan tenê ji ber ew kurd bûne, gelek caran rastî îşekneceya polîsan hatiye û ji ber îşkenceyê guhê wê yê çepê ker bûye û guhê wê yî din jî baş nabihîze. Ay got, ji ber pêkûtiyên polîsan ew bajar bi bajar geriyane û bi roja nediçûn mala xwe û diyar kir ku, li gel temenê xwe jî wê tu carî ji têkoşîna xwe gav bi paş neavêtiye. Ay anî ziman ku, wê jiyaneke bi rûmet ji zarokên xwe re hiştiye û wiha axivî: "Ev jî nîşaneya min a rûmetê ye."
‘BEDENA DAYIKA TAYBET ÊŞÊN MIN ANÎ BÎRA MIN'
Ay diyar kir ku, dema wê li Silopiyayê bedena Dayika Taybetê li nêv kuçeyê dîtiye, jiyana wê wek şerîda fîlmekî li ber çavê wê çûye û hatiye û wiha axivî: "Dema min Dayika Taybetê dît, ew îşkenceyên ez rastî wan hatim ewqasî ez ne êşandibûm. Ferqa di navbera me û Dayika Taybetê de, tenê ew e ku ew niha ne di nav me de ye, lêe z hîn sax im. Polîsan wê demê gotibûn miriye û ez avêtimbûm nav kuçeyê. Dema min çavên xwe vekirin min nizanibû li kuderê me. Lê Dayika Taybetê, wek min ne bi siûd bû."
‘BI TÊKOŞÎNÊ EM DIKARIN JI DERHEQÊ VAN ROJAN DERKEVIN'
Ay got, di 24 salan de tu tişt neguheriye û wiha diyar kir: "Li bajarên kurdan rûxandin hîn jî didome, bi OHAL'Ê re welat veguherî dojehekê." Ay anî ziman ku, di salên 90'î de ew teslîm nebûne û ew bi têkoşînê hatine roja îro ûw iha axivî: "Em çiqasî rastî îşekneceyê bên, divê li dijî wê em bêtir têkoşînê hembêz bikin. Bila gelê me dev ji doza xwe bernede. Dibe em bên girtin heta bimirin jî. Niha girtîgeh tije bûne, lê bila her kes di vê riya rast de bimeşe."