STENBOL- Li Stenbolê, ji ber barîna berfê ya zêde nexweşxane tije bûn. Li rêyên ku ekîpmanên şaredariyê li hemberî barîna berfê baş tevdîr negirtin, qeşa çêdibe û ji ber vê qeşayê gelek kesên dişemitin çavên xwe li nexweşxaneyan vedikin.
Ji ber sarbûna hewayê û bi awayekî zêde barîna berfê, li Stenbolê nexweşxane tiji bûn. Li rêyên ku ekîpmanên şaredariyê li hemberî barîna berfê baş tevdîr negirtin, qeşa çêdibe û ji ber vê qeşayê gelek kesên dişemitin çavên xwe li nexweşxaneyan vedikin.
Li beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Çapayê ya ku rojê herî kêm rontgena 100 nexweşî lê tê kişandin, gelek nexweş ji ber heman giliyê serî lê didinê. Van rojan nexweş ji ber şikestin, westan û bêhaliyê li korîdorên nexweşxaneyan bi rêz dibin û her wiha tim ambulans diçin û tên.
'DI HEWAYÊ SAR DE DIVÊ KES DERNEKEVE DERVE'
Bijîşkekî Dahîliyeyê yê nexwast navê xwe bide got, ji ber barîna berfê ya zêde, di çûn û hatinê de ambulans ditengijin. Bijîşk got, dema hew abaş be nexweş ji hêla Avcilarê tên û pêşniyar kir ku, divê di hewayên sar de kes dernekeve derve. Karmendekî polîs ê lingê wî di alçiyê de û di rêzê de ye wiha got: "Li benda otobêsa gel bûm. Dema otobês hat, ber bi wê ve diçûm, lê lingê min şemitî û ketim erdê. Bi alîkariya mirovên li wir, ez anîm vê derê. Gûzeka min ji du cihan şikiyaye, tu dibînî."
'JI BER EZIYETA KARÊ ME VEDIREŞIM'
Li nexweşxaneya ku kêşana dîmenan qedexe ye, xebatkarekî nexweşxaneyê jî got, ji ber karê ew dike nexweş ketiye. Xebatkarê nexweşxaneyê wiha got: "Ji ber eziyeta karê ku em dikin nexweş ketim, emelî bûm û vedireşim. Di beşa orotpediyê de dixebitim, ji bo paqijkirina odeyan li benda derketina nexweşan disekinim. Dema ew derdikevin, ji bo nexweşê din bi awayekî lezgîn odeyê paqij dikim. Dema wisa be, wekî hûn dibînin va li vir dirêjkirî me. Rojê 8 saetan hema bênavber dixebitim. Niha nexweş im, destûr nayê dayîn, ji bo destûrê rapor divê."