ÎZMÎR - Siyasetmedarên kurd ên li Îzmîrê, bal kişandin ser girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurd û wiha got: “Gelê kurd divê di demek kurd de di bin navê ‘yeketiya neteweyî’ de kom bibin xwe bikin yek. Tu niyata me nîne ku em sedsalek din jî winda bikin.”
Siyasetmedarên kurd ên li Îzmîrê, balkişandin ser nîqaşên ji bo avakirina yeketiya kurdan û diyarkirin ku divê di demek kin de nîqaş bikevin pratîkê. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Îzmîrê Suleyman Gunduz da zanîn ku dema yeketiya neteweyî ya kurdna hat avakirin, dê cîhan gelê kurd bigire dîqatê û wiha got: “AKP ji bo kurd nebin yek û neyên cem hev plan û projeyên amade kirine dixwaze bixe dewrê. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yeketiyê girînge. Yeketî ji bo kurdan gelek girînge. Ji bo kurdan tişta nebe nabe ye. Me sedsalekê winda kir. Tu niyeta me nîne ku em sedsaleke din jî winda bikin. Ger em naxwazin carekdin winda bikin divê hemû kurd dibin navê yeketiyê de li hev kom bibin.”
‘YEKETIYA NETEWEYÎ DAXWAZA HEMÛ KURDAN E’
Hevserokê HDP’ê yê Îzmîrê Mahfuz Guler, bi lêv kir ku yeketiya neteweyî û kongreya neteweyî xeyala hemû kurdane. Guler, anî ziman ku bangên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên dawî yên ji bo yeketiya netewî di hizra raya giştî de ye û wiha pêde çû: “Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku ji nûve sînor tên diyarkirin, tenê şansek din a ku kurd bên gel hev heye. Di vê çarçoveyê de, bi taybet di pêvajoya ku sînor ji nûve tên danîn de yekane riya ku kurd a bên gel hev di demek kurt de lidarxistina kongreyê ye. Ev daxwaza hemû kurdane. Bangên birêz Ocalan li holê ne. Îrade jî li holê ye. Dîsan bangên ku tevgerê kirine jî li holê ne. Nêrîn û perspektîfên ku ji bo kongreya neteweyî ji aliyê hemû kesî ve tên zanîn. Girtina Rêberê Gelê Kurd a li girtîgehê pirsgirêke. Em dizanin ku bi parçe sekinîn li pêşiya daxwazên neteweyî astengiyeke. Ji bo dawî li vê yekê bê divê di demek kurt de li derdora kongreya neteweyî kom bibin û daxwaz bibin yek.”
‘DIVÊ EM BIBIN YEK’
Endamê PM’ê yê HDP’ê Erkan Karabay jî wiha axivî: “Em di demek ku ji ber tiştên li Rojava û Iraqê pêk tên sînor ji nûve tên diyarkirin re derbas dibin. Ev ji bo gelê kurd xwedî girîngiyek stratejîke. Pirsgirêka yekemîn a gelê ku welatê wê hatiye çar parçekirin avakirna yeketiya neteweyî ye. Divê kurdên li 4 parçeyan di bin banê kongreya neteweyî de kom bibin û li dijî hêzên emperyalîst di banê platformekê de bibin yek. Riya aştiyê di vir re derbas dibe. Em li kîjan parçeya Kurdistanê bijîn, ji kîjan baweriyê bin, xwedî kijan nêrîna siyasî bin, niha yekîtî û sazîbûna navneteweyî bazna me ya bingehîne. Birêz Abdullah Ocalan ku pêşengiya vê dike di bin tecrîdek giran de ye, ji bo ev tecrîd ji holê rabe pêwîste hewldanên me bidomin.”