Li Sêrtê di serdegirtina malan de 2 jinan jiyana xwe ji dest da

SÊRT - Di operasyona polîsan li darxist de 2 jin hatin kuştin. Walîtiyê diyar kir ku jinên hatine kuştin PKK’î ne û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane.

Li taxa Çal a Sêrtê polîsan şevê din saet di 00.35’an de bi ser malekê de girtin û di serdegirtinê de 2 jinên ku navê wan ne hat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Derbarê bûyerê de walîtiya Sêrtê daxuyaniyek da û diyar kir ku jinên hatine kuştin PKK’î ne û îdîakir ku amadekariyên êrîşê dikirin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku jin di pevçûnê de hatine kuştin û ev tişt anîn ziman: “Li ser îxbara li malê du jinên ku amadekariyên êrîşê dikin hene polîsan bi sermalê de girtine, banga teslîm bibin hatiye kirin lê terorîst li dijî vê êrîş pêkanîne. Di şerê derketiye de her du jin hatine kuştin û ligel amûrên wan ketine dest. Bi her du terorîstên ku hat nirxandin endamên rêxistinê yên çiyê ne re gelek çek û amûrên din hatine desteserkirin.”