Îşkenceya 'Domuz Bagi' disa dubare dibe

WAN - Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz Umit Dede, çavdêriyên xwe yên li ser Girtîgeha Tîpa T a Wanê parve kir û diyar kir ku li girtîgehan îşkenceya “Domuz Bagi” ji nûve dubare dibe. Umit Dede, anî ziman ku kesên îşkence li ser girtiyan kirine gotine "Em ne gardiyan in. Êdî girtîgeh dê bibin girtîgehên rastîn' û gef xwarine.

Zextên li ser girtiyên siyasî zêde dibin. Yek ji van girtîghan jî Girtîgeha Tîpa T a Wanê ye. Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz Umit Dede, çavdêriyên xwe yên li ser Girtîgeha Tîpa T a Wanê parve kir û diyar kir ku li girtîgehan îşkenceya “Domuz Bagi” ji nûve dubare dibe. Umit Dede, anî ziman ku kesên îşkence li ser girtiyan kirine gotine "Em ne gardiyan in. Êdî girtîgeh dê bibin girtîgehên rastîn' û gef xwarine. Dede, anî ziman ku dema muwekilê wî ji Girtîgeha Tîpa F sewqî girtîgeha T hatiye kirin, rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatiye. Dede, anî ziman ku ji ber muwekilê wî ev yek qebûl nekiriye rastî îşkenceyê hatiye. Prz. Ded, anî ziman ku ku malbata Ferit Hasçelek ji wî xwest ku girtîgehê ziyaret bike û li ser vê yekê girtîgeh ziyaret kiriye û wiha got: 'Roja înê çûm girtîgehê. Dema min çû muwekilê xwe ziyaret kir 4 roj di ser sewqa wî re derbas bûbû. Lê hêj şopa lêdan û derban li ser ruyê muwekilê min hebûn. "

XWESTIN DI LÊGERÎNA TAZÎ RE DERBAS BIKIN

Dede, destnîşan kir ku ji ber muwekilê wî nexwestiye di lêgerîna tazî re derbas bibe rastî lêdan û îşkenceyê hatiye û wiha got: "Di destpêkê de girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîpa F sewqî Tîpa T dikin. Wan di lêgerîna tazî re derbas dikin. Muwekilê min ev lêgerîna tazî qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê rastî îşkence û lêdanê hatiye. Muwekilê min Ferit Hasçelek di îşkenceya "Domuz bagi" re derbas kirine. Dest û piyê wî li pişt wî girêdane û lê dane. Ew bê parastin û kontrol hiştine. Berê di îşkenceya hîzbûllahê de rêbaza “Domuz Bagi” bikar dianîn. Em dibînin ku ev îşkence dîsa dubare dibe. Muwekilê min 2 caran ji ser hişê xwe çû. Di heman rojê de ji Girtîgeha Sêrtê jî 30-32 girtî hatine sewqkirin. Li wan girtiyan jî bi heman rengî îşkence hatiye kirin. Dixwazin vê pêkanîna îşkence bikin îşkenceyek ji rêzê û vê îşkenceyê asayî bikin. Lê bi tu awayî lêgerîna tazî û îşkence nayê qebûlkirin. Ev pêkanîn dîsa îşkenceya serdema 12'ê Îlonê tîne bira me. Ev yek fikarên me zêdetir dike. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Me xwest muwekilê me gilî bike. Em jî dê serî li Dozgeriya Komarê û Wezareta Dadê bidin.

Dede, anî ziman ku li Wanê tenê girtîgehek tune û wiha bi dawî kir: "Li vir Girtîgha Tîpa M, Tîpa F, û Tîpa T heye. Lê pêkanînên li Tîpa T pêş dikevin li du derên din pêş nakevin. Li Girtîgegah Tîpa T a Wanê hem girtiyên jin û hem jî girtiyên mêr rastî pêkanînên taybet tên. Hem rastî îşkenceyê tên û hem jî rastî şikandina rûmetê tên. Pirtûk û rojnameyan nadin wan. Saetên di destê wan de desteser kirine. Radyo û televîzyonên wan tune. Destûr nadin ku bi girtiyên din re jî têkevin nava diyalogê. Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi OHAL'ê re hemû mafên girtiyan ji destê wan girtiye. OHAL di nava OHAL'ê de tê jiyîn.