60 karsaz hatin girtin

STENBOL - Di çarçoveya operasyona li dijî çêkerên fînansa Cemaeta Gulen de 60 karsaz ên hat îdîakirin ku ji rêxistinê re alîkarî komkirin û fînanse kirine bi sûcdariya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

Di çarçoveya operasyona li dijî çêkerên fînansa Cemaeta Gulen ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sucên Rêxistinî û Terorî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin, 60 karsaz ên hat îdîakirin ku ji rê alîkarî kirine û fînanse kirine bi sûcdariya “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin û 50 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di nava kesên hatine girtine de kurê Serokê Lijneya Rêvebir ê Boydak Holdîngê yê berê Mustafa Boydak, Mahmut Samî Boydak û birayê wî Bekîr Boydak jî hene.