ÎZMÎR - TAK'ê, bi rêya malpera xwe ya înternetê diyar kir ku çalakiya di 5'ê Çileyê ya li Îzmîrê hat kirin, ji aliyê tîma wan a 'Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar' ve hatiye kirin.
Çalakiya ku di 5'ê Çile de li Îzmirê pêk hat Teyrê Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) hilgirt ser xwe. Di 5'ê Çileya 2017'an de li pêş Edliyê Îzmirê çalakî pêk hatibû. Di çalakiyê de polîs û mubeşîrekî jiyana xwe ji dest dabû. TAK'ê di malpera xwe ya fermî de daxuyanî da û destnîşan kir weke Teyrê Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) li xwe digirin. TAK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji ber ku li 'yek ji bajarên aram, ewle, tûrîzm û bazirganiyê' li Îzmîrê jî derb xwar, mêtîngeriya TC û rêveberiya AKP'ê ya faşîst ku li pêşberî çalakiyên me li ber şikestinê ne, bi rêya şerê taybet ê psîkolojîk hewl dide birînên bi çalakiyên me vebûne, binixumînin. Lê ev hewldanên wan bêkêr in. Divê êdî raya giştî û gelê me zanibe, sîstema faşîst a li erdê rast bûye û medyaya wê, hewl didin derba giran, bi dehan miriyên xwe û travmaya dijî veşêrin. Weke hevrêyên van ewladên leheng ên Kurdistanê; yên bajarên me bi tank, top, helîkopter û balafiran xera kirin, malên me bi dozer û tankan hilweşandin, mirovên bi rûmet ê gelê Kurd di nava zivistanê de tevî zarok, jin extiyar ji cih û warên wan derxistin, mirovên berxwedêr bêpirs dan ber guleyan, cenaze bi hefteyan li naverastê hiştin, li pişt wesayîtên zirxî girê dan û bi erdê re kişandin, benzîn bi ser birîndaran ve kirin û ew şewitandin, li ku dibin bila bibin em ê jiyanê li wan biherimînin, bibin felaket û kabûsa wan."
TAK'ê da zanîn ku çalakiyê endamê wan Mustafa Çoban (Zerdeşt Rustem Erdal) ê ji Elbîstana Mereşê û Enes Yildirim (Pîrdogan Ararat) ê ji Panosa Agiriyê ev çalakî pêk anîne.