SÊRT - Şahidên bûyera li Sêrtê ku du jinan jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku li dijî daxuyaniya walîtiyê, bûyer ne li malê li kolanê pêk hatiye.
Li kolana 215. a taxa Çal a Sêrtê saet di 00.35’an de di pevçûna derketiye de 2 jinan jiyana xwe ji dest da û hûrgiliyên bûyerê derdikevin holê. Walîtiya Sêrtê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di encama serdegirtina malekê de 2 jin hatine kuştin, li dijî vê daxuyaniya walî derket holê ku bûyer ne li malê li kolanê hatiye jiyîn.
Hat dîtin li kolana 215. a taxa Çalê gelek qalikên guleyan û xwîn heye. Şahidekî bûyerê ku ji ber ewlehiyê ne xwest navê xwe bide diyar kir ku bûyer li pêşberî malî wê pêk hatiye û wiha got: “Me saet di 00.30’an de dengê çekan bihîst. Dengê çekan 5 deqan berdewam kir. Min ji paçê mêze kir, kesek li erdê dirêjkirî bû û polîsan hêjî gule li kesê li erdê dijêr kirîbû direşandin. Piştî dengê çekan bêdeng bû 1-2 piştre me dengê teqînekê bihîst. Li cihê ku kesê mirî polîsan tiştek teqandin. Min tenê cenazeyek dît. Cenazeyek xistin ambulansê.”
Şahidek din ê ku li taxê dirûne jî ev tişt piştrast kirin.
Hat dîtin ku ji ber teqînê kurek mezin vebûye û paçên malên derdorê şikestine.