Welatiyên Stenbolê: Şaredarî çi karî dike?

STENBOL - Welatiyên Stenbolî ji ber berfa kolanan nayê paqijkirin, bertek nîşanî xizmeta şaredariyê dan û gotin: "Dibe ku barîna berfê xwezayî be. Lê divê şaredarî jî vê yekê paqij bike. Karê Şaredariyê çiye? Em meraq dikin 7 hezar personelên paqijiyê li ku dixebitin?"

Barîna berfê li Stenbolê jiyan felç kir. Ji ber ku rê nayên paqijkirin û Şaredarî xizmetê nake, trafîk felç bûye. Welatiyên Stenbolê bertek nîşanî xizmeta şaredariyê dan û diyar kirin ku şaredarî xizmetê nake. Ji ber ku şaredarî berfa li ser kolan û peyarêyan paqij nake, hemû berf bûye cemed û rêveçûna mirovan û trafîkê asteng dike. Welatiyên taxên Halicioglu yên Beyoglu, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku şaredariyê xizmetê nake.

Hasan Şimşek ê 55 salî ku teqawît bûye diyar kir ku ji ber peyarê û rê ji aliyê şaredariyê ve nayê paqijkirin li rawestgehan pirsgirêk derdikevin û wiha got: "Şaredarî xizmetê nakin. Tu berfa kolan û peyarêyan nayê paqijkirin. Çop li kolanan bûye mîna gir û çop nayê komkirin.

Welatiyê 56 salî Fatma Yetik jî anî ziman ku ew nexweş e û ji ber rê nayên paqijkirin nikare biçe nexweşxaneyê. Yetik, anî ziman ku ew nexweşê pençeşêrê ye û ji ber rê nehatin paqijkirin ambulansê nekarîbû bê wî ji malê bigire û neçû nexweşxaneyê. Yetik, da zanîn ku şaredarî xizmetê nake hemû çop li kolanan kom bûne.

ŞAREDARÎ KAR NAKE

Welatiyê 27 salî Mustafa Onal jî anî ziman ku ji ber rê nayên paqijkirin ew nikarin biçin kar û wiha got: "Min qet xebatkarên şaredariyê yên li vê taxê dixebitin nedît. Em di vê bervê de nikarin biçin kar."

Karker Mahmut Temel (23) jî anî ziman ku her çend Stenbol wekî bajarekî cîhanê be jî dîmen vê yekê nîşan nade û wiha got: "Dibêjin 7 hezar karkerên şaredariyê hene. Lê em xebatkarên şaredariyê li kolanan nabînin. Em meraq dikin ku 7 hezar personel li ku ne?"