Li du bajan li dijî HDP û DBP’ê operasyona binçavkirinê

BURSA - Li Bursa û Rihayê di serdegirtina malan de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Osmangazî, Yildirim û Înegol ên Bursayê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin û welatiyên bi navê Kamîle Akalin, Sadullah Toktaş, Nîzam Fedîren, Îdrîs Çelepkolu, Yakup Erol, Cevdet Erol, Rêveberê HDP’ê yê Yildirimê Davut Toktaş, endamê Kolemeya 10 Ekîmê Resul Baykara, rêveberê HDP’ê yê Osmangaziyê Murat Koçer û jinek ku navê wê ne hat zanîn hatin binçavkirin.

10 kesên hatin binçavkirin birin TEM’a Midûryeta Polîsan a Bursayê û hat zanîn ku dê nikaribin 5 rojan parêzerên xwe bibînin.

RIHA

Lİ Riha û navçeyên wê polîsan bi ser malan de girtin, di serdegirtinê de gelek erêvebirên HDP û DBP’ê û xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinan ne hat zanîn û hat diyarkirin ku gelek kesên hatine binçavkirin birine Midûryeta Polîsan a Rihayê. Malbata Sabrî Turan ê li taxa Selçuklu ya navçeya Eyyubiyeyê di serdegirtina malan de hat binvakirin diyar kir ku di destê polîsan de lîsteyek ku navê 60 kesî têde cih digire heye.

Di nava kesên hatine binçavkirin de rêberverê DBP’ê yê bajar Alî Kaya, rêveberê DBP’a Xelfetiyê Ahmet Korkmaz, xwendekarê Zanîngeha Harranê Reşît Ozturk hene.